Li Mêrdînê mirinek din a bi biguman

  • 09:08 25 Îlon 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Di rojên borî de hat hînbûn ku Kubra Ergen a di bin navê ‘berdelê’ de hatiye xwestin bê zewicandin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li Mêrdînê ji meha gulanê heta niha hejmara jinên biguman jiyana xwe ji dest dan gihiştin 9’an.
 
Di demên dawî de Mêrdîna ku bi mirina bi gûman ya jinan di rojevê de ye, jineke din bi awayê bigûman jiyana xwe ji dest da. Li taxa Pîr Abbas a Dêrika Mêrdfînê jina 20 salî Kubra Ergul li mala xwe mirî hat dîtin. Cenazeyê Kubrayê piştî otopsiyê dan malbatê û hat definkirin.
 
Welatiyên taxê diyar kirin ku Kubra salek berê bi kurê apê wê re nîşan kiriye û gotin wê di du mehan de di bin navê berdelê de bihata zewicandin.
 
Li gorî agahiyên ji xizmên wê hatine girtin, Kubra beriya ku jiyana xwe ji dest bide peyama "Kesên derdê wan tunebe xwe nakujin" li telefona xwe qeyd kiriye. Malbata ku telefona wê dan ekîba cendermeyan, îdia kirin ku Kubrayê tiştek bi wan re parve nekiriye û sedema mirina wê nizanin.
 
Hat zanîn ku der barê mirina Kubrayê de lêpirsîna hatiye destpêkirin didome.
 
Herwiha bi Kubrayê re ji meha gulanê de heta niha hejmara jinên bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane gihişt 9’an û di lêpirsînên ku hatine kirin de jî tu pêşketin tune ye.