‘Em ê di xeta têkoşîna hevpar de bên cem hev’

  • 09:05 25 Îlon 2020
  • Rojane
WAN - Hevseroka HDP’a Muşê Sîbel Genç diyar kir ku wê bi ‘Em xwe diparêzin’ re li Tirkiyeyê xeta têkoşîna hevpar bi jinan re ava bikin û got kampanya li gorî pêvajoyê pêngavek girîng e.
 
TJA'yê bi kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ re xeta têkoşînek nû ava kir û xwe amade dike ku jinan derxi kolanan. Li gelek bajaran starta kampanyayê hat dayîn û esasa kampanyayê ‘parastina cewherî ye’. Hevseroka HDP’a Muşê Sîbel Genç der barê kampanyayê de axivî.
 
‘Jinên Kurd xwedî tecrubeyek 40 salî ye’
 
Sîbelê da zanîn ku di têkoşîna azadiya jinan de cihê jinên Kurd girîng e û got: “Dema mirov li têkoşîna demokrasî û mafê mirovan dinêrin, mirov dibînin ku jinên Kurd gelek li pêş in. Jinên Kurd xwedî têkoşîneke 40 salî ye. Gelek ked dane. Ji bo destkeftiyên xwe bedelên mezin dan. Têkoşîna jinan piştî 1980’ê şûnde li herêmê zêdetir mezin bûye. Di salên 90’î de bi HADEP’ê re di qada siyasetê de zêdetir cih girtin. Ji bo aştiyê têkoşîn û bedelên mezin dan. Ev mîrateya têkoşer her diçe belav dibe.”
 
Sîbelê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jinan ji serê sala 2000’î şûnde bi jinên Kurd re hevpar têkoşîn jî dane destpêkirin û bi zêdebûna zextên AKP-MHP’ê re xetê têkoşînê zêdetir bûne.
 
‘Têkiliyên xurt ava kirin’
 
Sîbelê daxuyakirin ku li dijî faşîzma zêde bûye jinan li cîhan, welat û herêmê bi çalakiyên xwe deng vedan û wiha berdewam kir: “ Sedema zêdebûna faşîzmê bi armanca bêdengkirina jinan e. Jinan ji bo destkeftiyên xwe bedelên mezin dan. Li dijî faşîzmê topyekun li berxwe dan. Hatina me ya bi jinên Tirkiyeyê re nû ye lê têkiliyên xurt hatin avakirin.”
 
‘Em dikarin piştevaniyê xurt bikin’
 
Sîbelê balkişand ser kampanyaya ‘em xwe diparêzin’ û got pêngaveke girîng li gor pêvajoyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xweparastin tiştê herî hewce ye. Ji bo parastina qezencan, beden, ziman, nasname û jiyana jinê ev hewcedarî bû. Divê em gelek kodên zîhniyeta serdest ya mêr ji jiyana xwe derxînin. Divê em di nava hewldana nasnameyeke nû de bin.”
 
‘Bi kampanyayê em dikarin nirxên xwe mezin bikin’
 
Sîbelê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya mekanîzmaya parastina cewherî ya jinan û wiha dawî lê anî: “Bi vê hişmendiyê divê em xwedî li ziman, beden, kesayet, civak, dîrok û nirxên erdnîgariyê derkevin. Em nirxên xwe dikarin bi kampanya ‘em xwe diparêzin’ mezintir bikin.”