Jinên Şirnexê: Bi girankirina tecrîdê re şer jî giran bû

  • 09:03 25 Îlon 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Bi girankirina tecrîdê re şer jî giran bû. Ji bo sekinandina şer divê tecrîda li ser Serok Apo bê rakirin. Li dijî tecrîdê divê em kurd dest bidin hevdû û dengê xwe bilind bikin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê girtî ye û ji 20’ê Tîrmeha 2011’an heta niha di bin şertên giran yên tecrîdê de tê girtin û bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Her wiha Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê, ragihandibû ku di navbera 6-17’ê Gulana 2019’an de serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kiriye û di 5’ê tebaxa 2020’an de jî rapora derbarê Girtîgeha Îmraliyê de parve kir. CPT'ê di raporê de destnîşan kiribû ku divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hersê girtiyên din bi awayekî rêkûpêk bi parêzerên xwe û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û ji bo vê jî bal kişandibû ser ‘pergaleke mayînde’. Lê ligel daxwaza CPT'ê jî heta roja îro di pergala Îmraliyê de tu guhertin nehatiye kirin. Jinên Şirnexê ku bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan, gotin ku bi girankirina tecrîdê re  şer giran bûye.
 
Meryem Fîdan, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan hatiye girankirin şermezar kir û wiha got: “Serok Apo ji bo çar parçeyên Kurdistanê xwe feda kir. Serok Apo ji bo zimanê me yê kurdî, hebûn, nasname û vîna me têkoşiya. Serok Apo ji ber ku ji bo Gelê Kurd têkoşiya hat girtin. Em dixwazin ku tecrîda li ser Serok bê rakirin û pê re hevdîtin bên kirin. Em êdî naxwazin ku tu kes bê kuştin û bê girtin. Piştî tecrît giran bû li Tirkiyê û li Kurdistanê şer, kuştin, girtin, binçavkirin, destdirêjî û tecawiz jî zêde bûn. Berî ku tecrît giran bibe ev bûyer tune bûn. Ji bo ev şer û bûyer bên sekinandin divê di serî de tecrîda li ser Serok Apo bi dawî bibe. Em jî wek hemû gelan dixwazin ku nasname û zimanê xwe biparêzin. Têkoşîna me ji bo parastina nirxên me ye. Piştî tecrît giran bû dayikan bêhtir hêstir barandin. Çareseriya vê jî rakirina tecrîdê ye. Bila tecrît bê rakirin û malbat û parêzerên Rêber Apo bikaribin pê re hevdîtinê bikin. Tecîd bêhiqûqî û bêedaletî ye. Çawa ku Serok ji bo me jin û kurdan xwe feda kir, divê em kurd jî ji bo azadiya wî têkoşînê bidin.”
 
‘Îqtîdar ji bo şer bidomîne tecrîdê giran dike’
 
Kudret Înedî jî ev tiştan anî ziman: “Tirkiye ketiye nava şerekî qirêj û rewş her ku diçe xirap dibe. Em dixwazin ku ev şer bi dawî bibe, zarokên me bên berdan, kuştina jinan û destdirêjiya li dijî zarokan bi dawî bibe. Van hemû pirsgirêkan jî bi tenê Serok Apo dikare çareser bike. Em dixwazin ku êdî azadî û aştî were ser vê axê. Birêz Ocalan ji bo kurdan îro di girtîgehê de ye û her ku diçe tecrîd jî tê girankirin.  Îqtîdar ji ber ku dixwaze şer bidomîne tecrîdê giran dike. Serok Apo hertim li aliyê azadî û aştiyê ye. Em jî hertim ji bo aştî û azadiyê têkoşînê didin.”
 
‘Divê herkes li dijî tecrîdê rabe ser piyan’
 
Songûl Kûçûk jî got ku divê demildest tecrît bê rakirin û ev tişt vegot: “Serok ji bo me kurdan xwe feda kir û divê em jî xwedî Serok derbikevin. Ger ku îro ev berxwedan û têkoşîn berdewam dike, ev bi saya Serok Apo ye. Divê em li rewşa serokê xwe bipirsin. Ji ber vê jî divê tecrît rabibe. Divê em ji bo Serok Apo dest bidin destên hev û têkoşînê mezin bikin. Divê em bi hev re vê tecrîdê rabikin. Divê hemû kurd rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Îro dema mirov lê dinêre kurd di warê têkoşînê de gelek bi pêş ketine û îqtîdar jî ji bo em kurd xwe negihînin Serok Apo vê tecrîdê giran dike. Ez bang li hemû kesî dikinm li dijî tecrîdê rabin ser piyan ku  Em bi hev re hem tecrîda li ser Serok Apo û hem jî ya li ser kurdan têk bibin.”
 
‘Çareseriya şer ligel Serok Apo ye’
 
Bedriye Înedî jî diyar kir ku ew tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha pêlda axaftina xwe: “Piştî tecrît hat girankirin  kuştin û êrîşên li dijî jinan jî giran bûn. Îqtîdar îro tecrîda li ser Serok giran kiriye û nahêle ku hevdîtin bên kirin. Bi girankirina tecrîdê re kuştin zêde dibe. Em naxwazin ku tu dayik hêstiran bibarînin. Em bi tenê azadî û aştiyê dixwazin. Daxwaza me wekhevî ye. Ziman, nasname û vîna me hatiye qedexekirin. Em naxwazin tecrîdê li ser me kurdan jî bimeşînin. Rakirina tecrîdê çareseriya şer e. Lewre jî divê demildest tecrît bê rakirin. Çareseriya şer ligel Serok Apo ye. Divê îqtîdar gavekê bavêje. Em vê zilmê qebûl nakin. Divê gelê me rabe ser piyan. Divê em dayik dest bidin destên hev û bibin dengê azadiyê.”