'Azadiya me bi yekitiyê pêkan e'

  • 09:02 25 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Yekitiya Neteweyî demek dirêje di rojeva kurdistaniyan de ye. Zeyneb Urenê ku xebatên partiya siyasî dimeşîne diyar kir ku li dijî êrîşan yekitiya kurdan hewce ye. Cevahîr Sadak jî di nava xebatên zimanê kurdî de ye da zanîn ku divê kurd ji bo berjewendiyên xwe bên cem hev. 
 
Yek ji rojeva kurdan a sereke yekitiya neteweyî ye. Bi taybetî piştî zêdebûna êrîşên li hemberî herêman ew mîjar bêtir hat rojev e. Tecrîd, êrişên nîjadî, operasyonên leşkerî û polîtîkayên tunekirinê bi her awayî li her çar parçeyan didomin. Derbarê mijarê de endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zeyneb Uren û endama Desteya Şêwirê ya Tora Çand û Ziman û her wiha seroka Komeleya Berî Her Tîştî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun ji ajansa me re axivin.
 
'Divê kurd ji bo berjewendiyên xwe bên cem hev'
 
Cevahîr, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên ku li ser avakirina yekitiyê tên kirin û got: "Gava ku li ser yekitiya neteweyî nîqaş tên kirin, bi rastî jî dilê mirovan diêşîne. Ji ber ku yekitiya kurd mijarek ne yê nîqaş kirinê ye. Ji bo ku pêdiviya gelekê ye. Rojhîlata Navîn di nav dewletên cîhanê de wek gencîneyek e ku were parve kirin. Lê mixabin kurd bi xwe ev gencîneyê nabînin û xwedî lê dernakevin. Tenê mesele ev e ku divê hemû sazî û partiyên kurd divê ji bo berjerwendiyên gelê xwe werin cem hev. Bî wî awayî dê yekîtî jî pêkan be. Divê nasname, çand û ziman gelekê were fikirandin.”
 
‘Ji bo bibe hêzek divê yekitiya xwe ava bike' 
 
Cevahîr, bal kişand ser nêzîkatiya kurdan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kurd herî zêde ji ber êrîş û bertekên li dijî hevûdû winda dikin. Ew qasî tişt tên serê me lê em hê jî helwesta xwe ji bo zimandirêjiya hevûdû diparêzin. Li Rojhîlata Navîn em di nav çar welatan de ne. Divê ev êrîşên li hemberê hev ji holê rakin. Tu kes wek hev nafikirin lê bes rêzdarî pêwist e. Wexta ku rêzdarî ava bû, ji hev tehamûl ava dibe. Gava ji hev tehamûl ava bû jî yekitî pêk tê. Ji ber vê yekê divê em zimanê xwe li hemberê hev tûj nekin. Rexne bikin lê hevûdû tawanbar nekin. Yekitiya neteweyî ji bo Gelê Kurd berpirsyariyek e. Ger ku yekîtî ava bibe, Rojhîlata Navîn dibe hêzeke cîhanî.”
 
‘Yekitî hawariyek e’
 
Cevahîr diyar kir ku yekitî bûye hawariya hemû kurdan û axaftina xwe re wiha berdewam kir: “Di medyaya civakî de dîmenek hatibû parvekirin ku jinek kurd a kedkar li bajarên tirk de rastî êrîşa nîjadperestiyê hatibû. Ew dîmenê de ku zilamek şeqamek ji jina kurd re dide, divê hemû kurd her roj ew wêneyê binihêrin ku bêjin 'ez çawa ewqas bêhêz im ku kesek dikare ji jina kurd re êrişê bike.' Ji ber vê jî yekitî hem hawariyek e hem jî pêywirek e. Ew mînak tenê ji bo parçeyek Kurdistanê ye.”
 
‘Serhildanên me her tim nîvco man’
 
Zeyneb jî di axaftina xwe de bal kişand li ser serhildanên kurdan û mijar wiha şîrove kir: "Li ser xakên Mezopotamyayê tucarî êriş, gef û zilm kêm nebûye. Lê li hemberî van gefan tucarî kurd bêdeng nemane. Her tim bi serhildanek mezin û berdelên mezin re bersiv dane dijmin. Lê ev bersiv tucarî bes nîn bû. Ji ber ku hemû rêxistinan tiştek ji bîr dikir. Serhildanên xwe her tim herêmî dihiştin. Ji nava wan sînoran dernediketin. Ji bo vê yekê em dikarin mînaka serhildanên Simko Şikakî, Mesut Berzancî, Mele Mustefa Barzanî û Seyît Riza jî bidin. Hemû ji di nav cihekî de sînordar man. Wan û bi hezaran kurd destana berxwedaniyê nivîsîn. Lê hemûyan jî ji derveyê mirasa berxwedaniyê mirasa azadiyê ji me re nehiştin. Sedemê vê wekî me destpêkê nîşa kiriye bê guman serhildanên wan yên bi sînorbûn.”
 
‘Tenê hesin dikare hesin bibire’
 
Zeyneb, da zanîn ku dijmin her tim li dijî yeketiya kurdan polîtîkayên şer da meşandin û wiha berdewam kir: “Gotinek yê kurdan heye dibêje tenê hesin dikare hesin bibire. Ev gotin bi taybet ji bo kurdan hatiye gotin. Em kurd dikarin kurdan tune bikin û binbêxin. Binketina serhildanên me ji nîşaneya vê ye. Li hemû herêmên kurdistanê ji ev polîtîkayên tunekirina kurdan didin meşandin. Di pêvajoyên serhildanê de her tim dora herêmê digirtin û nedihiştin têkiliya xwe bi kurdên derdor re çêbikin. Yan ji em dikarin mînaka PDK’ya Îran û ya Îraqê bidin. Her du alî ji kurdbûn lê ji ber polîtîkayên li ser wan dihatin meşandin li hemberî hev şer dikirin.”
 
‘Divê em bi yekitiyê pêşerojekê azad ava bikin' 
 
Zeyneb, diyar kir ku divê ev serpêhatiyane hemû ji me re bibe tecrûbeyek û got: "Ger ku yên pêşiyên me nekarîn ji me re pêşerojekê azad ava bikin, divê em bi yekbûna neteweyî azadiyek mayînde ji pêşerojê re bihêlin. Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bi serê xwe nikare azad bibe. Ger ku parçeyek ji me kêm be em ê bibin mehkumê bindestiyê. Azadiya me bi yekbûnê re pêkane ye. Em di pêvajoyek hesas û girîng re derbas dibin. Divê em hemû derfetên xwe ji bo yekitiyê bidin karanîn. Piştî şerê Rojava ji xwe me hemû zincîrên newêrekiyê, ne yekitiyê şikandin. Li wir kurd yekitiya xwe û hêza xwe dan nîşa kirin. Divê em berdewamiya wan yekitiyan bînin.”
 
‘Xaka Kurdistanê tê tecrîtkirin’
 
Zeynebê, da zanîn ku ger mijar kurd be hemû partiyên tirkan û hemû erkên dewletê li dijî kurdan dibin yek û wiha bi lêv kir: "Ev êriş divê hêsan neyên dest girtin. Bi birêz Abdullah Ocalan re, gele û kurd û xaka kurdan tê tecrît kirin. Di demên dawî de bi êrişên hewayî gelek ciha hatin bombebarankirin. Li hemberî van yekan bi lezgînî divê em yekitiya neteweyî bêxin dewrê. Di salên 1982’yan de Hevpeymana Dihokê ya hatiye kirin de gavek girîng ya yekitiyê hat avêtin. Lê pêşveçûnek jiyan nekir. Tê zanîn li rojavayê Kurdistanê ji bo ku yekitiya kurdan bê avakirin 25 partî û tevgerên siyasî di bin navê PYNK’yê de sîwanek ava kirin. Di bin vê sîwanê de yekitiyek hat avakirin. Em hêvîdarin ku wê ev gav avêtina herêma Rojava ji bo hemû parçeyên din bibe feysek. Ji xwe li hemberî êrişan bê guman divê em bi yekitiyê re bersiv bidin dijmin. An wê bombebarankirina xaka me, tecrîda welatiyên me û qirkirina kurdan berdewam bike.”