Mamosteya kurdolojiyê Fatma: Dixwazin beşa kurdulojiyê rakin

  • 09:01 25 Îlon 2020
  • Rojane
Medya Uren 
 
AMED - Mamosteya beşe kurdolojiyê a ku li benda tayînkirinê ye Fatma Şahîn diyar kir ku bi sedan mamoste li benda tayînkirinê ne, lê bi hinceta ku serlêdan tune ye nayên tayînkirin û got: "Sedema tayînkirinê her kes baş dizane. Lê divê malbat zarokên xwe teşfîqê zimanê kurdî bikin. Bila ciwan bikevin ferqa bişaftinê. Ger em îro ziman ne parêzin wê gelek Bariş Çakan ji ber kurdî werin qetil kirin."
 
Bi prosesa aştiyê re li Tirkiyeyê ji bo perwerdeya zimanê kurdî gav hatibûn avêtin, lê belê piştî ji holê rakirina proseya aştiyê xwendevanên ku di beşê Kurdolojiyê de bûn bê kar man. Îsal ji weke salên borî ji bo tayînkirina mamosteyan 60 kontenjan hatin vekirin, ji wan tenê kontenjanek ji bo beşê kurdî hat veqetandin. 20 hezar mamoste hatin tayîn kirin, her çiqasî di beşê kurdî de pêwîstî bi mamosteyan hebe jî bi hincetên polîtîk tayîn pêk nehatin. Mamosteya beşê Kurdolojiyê ya ku li benda tayînkirinê ye Fatma Şahîn ji pirsgirêkên ku dijîn ji ajansa me re parvekir û got helwesta dewletê ew e ku beşê kurdolojî ji holê rakin. 
 
‘Xeyalên me nîvço man' 
 
Fatma di destpêkê de qala hêviyên xwe û armanca xwe ya destpêkirina beşê kurdolojiyê kir û got: “Bi pêvajoya aştiyê re weke her kurdekî hêviyên me mezin bûn. Beşê kurdî ji hat vekirin. Em çûn zanîngehê û li wir herkes bi kurdî diaxive. Bifikirin tu kurdî, zimanê te kurdiye lê tu tim bi tirkî dixwînî. Ji nîşka ve mamosteyek dikeve hindirê polê û dibêje ‘rojbaş’. Vê yekê bihîstin ji bi serê xwe min serbilind û hestbar dikir. Weke ku bi salane ez li benda wê peyvê me. Lê xeyalên me nîvço man. Çiqasî me di vî warî de zorî dikişand ji me hewil da. Lê em çiqas hewil ji bidin hûn dibîn tayîn pêknayên û em ji wisa bê kar dimînin.”
 
‘Mamoste pirsgirêkan dijîn' 
 
Fatmayê wiha qala pêvajoya xwendina xwe ya dibistanê kir: “Dema me dest bi xwendinê kir pêvajo hîna baş bû lê piştî demek kurt ev hat guhertin û pirsgirêk hêdî hêdî rû didan. Bifikirin 17 waneyên me hebûn. Her mamosteyekî ji 3 yan ji 4 waneyan dida. Mamoste tengasiyên mezin dijiiyan. Gelek caran ji bo tayînkirina mamosteyan serî lê didan lê mixabin tayîn çênedibû. Ev pirsgirê bê guman xwendevan ji dijiyan. Bi hinceta ku serlêdan çênabe mamosteyan nagirin, lê dixwazim bêjim ku di eslê xwe de sedem ne ev e. Gefek mezin li ser Gelê Kurd heye, tayîn pêknayê. Ger rewş ev be kî wê serî lê bide? Ez dipirsim.”
 
‘Dixwazin beşê rakin’
 
Fatmayê got dixwazin beşê rakin, lê divê gel nehêle û wiha berdewam kir: “Em li welatekî ku ji demokrasiye mehrum de dijîn. Kurd ji ber nasnameya xwe, ji ber zimanê xwe tên qetilkirin. Kurd rastî nîjadperestiyê tên. Jêdera vê jî ji hişmendiya serdestan tê. Divê ev êriş hêsan neyên dest girtin. Hemû bi hev ve girêdayî ne. Îro kesekî ku van yekan bike û bide kirin, ne dure ku beşa kurdolojiyê bigire. Nebe piştgirê asîmlasyon û qîrkirina zimanê kurdî.”
 
‘Kurdî bixwînin, li ber xwe bidin'
 
Fatma bal kişand li ser êrişên li dijî zimanê kurdî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em li hemberî êrişan serî ne tewînin. Divê ev yek me bê hêvî neke. Hewil bidin. Ziman nasnameya me ye. Bila malbat zarokên xwe teşfîq bikin. Bila ciwan bikevin ferqa bişaftinê. Ger em îro ziman ne parêzin û asîmlasyonê nedin rawestandin wê gelek Bariş Çakan ji ber kurdî werin qetil kirin. Her tişt di destê me de ye. Em dikarin bi ser kevin û serbixin.”