Lêpirsîna Kobanê: Derbarê 82 kesî de biryara binçavkirinê

  • 08:44 25 Îlon 2020
  • Rojane
ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 7 bajarî ji bo 82 kesî biryara binçavkirinê hat dayin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Anqerê, di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî çalakiyên Kobanê yên di 5-6’ê Cotmehat 2014’an de pêk hatin dabû dest pêkirin, li 7 bajaran biryara binçavkirina 82 kesan da. Di çarçoveya lêpirsînê de, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.  
 
Hat hînbûn ku derbarê Ayhan Bilgen de biryara binçavkirinê hatiye dayin.