Li 3 bajaran starta kampanyaya 'Em Xwe Diparêzin' hat dayîn

  • 15:08 24 Îlon 2020
  • Rojane
AGIRÎ - TJA'yê li bajarên Agirî, Îdir û Qersê starta kampanya "Em Xwe Diparêzin bi daxuyaniyeke çapmeniyê da. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) kampanyaya xwe ya  "Em Xwe Diparêzin" ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şîdeta mêr-dewletê û êrîşên li dijî Gelê Kurd da destpêkirin bi daxuyaniyekê li Agirî Îdir  û Qersê aşkera kir.Daxuyanî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de li gel aktîvîstên TJA'yê, parlamentera Muşê ya HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevşaredara Diyaydînê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin  Betul Yaşar û Hevşaredara Panoyê Muşerref Geçer jî cihê xwe girtin.  
 
Metnê daxuyaniyê yê hevpar ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Gonul Ozturk ve hat xwendin.  
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.