'Ez ê heta dawî ji bo aştiyê têbikoşim'

  • 11:13 24 Îlon 2020
  • Rojane
Şehriban Abî
 
COLEMÊRG  - Dayika Aştiyê Fatma Turan ji ber ku banga aştiyê kir derbarê wê de biryara binçavkirinê hat dayîn. Fatma diyar kir ku li emniyet û dozgeriyê jê pirsên "Te Abudllah Ocalan dîtiye? Tu çûyî Kobanê? hatine kirin. Fatma pirsa, "Ma ez ê di 70 saliya xwe de biçim şer?" kir û  diyar kir ku ew ê hata dawî ji bo aştiyê têbikoşe. 
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştyê ya Colemêrgê, bi tevlibûna aktîvîsta TJA'yê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di hefteya borî de li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniya ku dan çapemeniyê banga aştiyê kiribûn.  Endama Meclisa Dyikên Aştiyê ya 70 salî Fatma Turan a ku daxuyanî xwendibû bi hinceta "li Serok komar heqaret kiriye" bi ser mala wê de hatibû girtin û hatibû binçavkirin. Piştî Fatmayê Leyla Guven jî hatibû binçavkirin û îfadeya wê hatibû girtin. Leyla piştî ku îfadeya wê hat girtin û Fatma jî bi şertê kontrola edlî piştî îfadeya wan a li dozgeriyê serbest hatin berdan.
 
Fatma ya ku ji ber hat binçavkirin bertek nîşan da, got, "Heta ku yekitî pêk bê ew ê banga aştiyê bike." 
 
Fatma daxuyaniya ku da jî bi bîr xist û got, "Leyla Guven jî wekî me dayik e û banga aştiyê kir .Em ji bo her kesî tiştên baş dixwazin. Em naxwazin ku tu kes bê kuştin. Me bi daxuyaniya xwe banga aştiyê kir. Lê piştî daxuyaniyê bi rojekê bi wesayitên zirxî hatin ber mala min. Ez hatim binçavkirin û heta 11'ê şevê li emniyetê û edliyê hatim sekinandin. Ji min pirsên "Te Abudllah Ocalan dîtiye? Tu çûyî Kobanê? hatine kirin. Fatma got, 'Ma ez ê di 70 saliya xwe de biçim şer?'  û ez ê hata dawî ji bo aştiyê têbikoşim."