'Em ê tola zarokên xwe hilînin'

  • 10:19 24 Îlon 2020
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Malbata zarokê bi navê Arêf Mihed ku di di komkujiya Til Rifetê de jiyana xwe ji dest dabû, di rojbûna wî de ew li ser gora wî bi bîr anî. Malbatê wiha got:"Li şûna ku em îro rojbûna Arêf bi wî re pîroz bikin em li goristanê Arêf bi bîr tînin."
 
Di 2'yê Kanûna 2019'an de dewleta tirk bi topan êrîşî navçeya Til Rifetê ya girêdayî Kantona Şehbayê kir û di encamê de 10 kesî jiyana xwe ji dest dan û ji wan 8 jê zarok bûn. Di nava wan zarokan de zarokê bi navê Arêf Muhemed ê ku di wê demê de 6 salî bû wî jî di encama komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Bi boneya rojbûna jidayikbûna Arêf a 7'emîn malbata Arêf berê xwe da goristanê û rojbûna wî li ser gora wî pîroz kirin. Di derbarê rojbûna Arêf de malbatê hêstên xwe parve kir.
 
'Em li goristanê rojbûna Arêf  pîroz dikin'
 
Dayika Arêf Mihemed, Esmehan Xilo rojbûna kurê xwe pîroz kir û wiha got: "Îro rojbûna Arêf e û em bi boneya rojbûna wî hatine ser gora wî. Êşa Arêf tucaran nayê dermankirin, ji ber zarok bû û di encama topan de jiyana xwe ji dest da. Di her kêliya jiyanê de êşa wî di dilê min de ye. Diviya bû ku Arêf jî îro weke her zarokekî ji bo rojbûna xwe kêfxweş bibûya, lê dewleta tirk nehişt û em ser gora wî rojbûna wî pîroz dikin. 8 zarokên bê sûc di wê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û hemû cîhan li hember vê hovitiyê bêdeng ma û hesab ji ber sûcên dewleta tirk jê nayê pirsîn. Lê bila dewleta tirk a dagirker baş bizanibe, tevî êşa mezin ez ê tola kurê xwe hilînim. Êşa dilê me veguherî hêrsê û tucaran wê neşkê her bilind bibe li hember neyaran."
 
'Arêf her bi me re dijî'
 
Xwîşka Arêf, Sebah Mihemed jî hêstên xwe yên di derbarê rojbûna Arêf de wiha parve kir: "Ez rojbûna birayê xwe pîroz dikim. Birayê min li pêşiya çavên min bi topên Erdogan hate qetilkirin. Topên dewleta tirk hişt ku em rojbûna Arêf li goristanê pîroz bikin. Arêf herdem bi me re dijî, rast e ji me dûre lê giyana wî her bi me re ye."
 
'Em ê tola wan zarokên bê sûc hilînin'
 
Amojina Arêf, Medya Birîm jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Em êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê Efrînê şermezar dikin. Di encama êrîşan de bi hezaran kes koçberî Şehbayê bû û îro jî aramiya me qebûl nake û li Şehbayê jî êrîşê me dike. Par jî bi topan êrîş kir û di encamê de 8 zarokên bê sûc jiyana xwe ji dest dan. Em îro bi dilekî xemgîn rojbûna Arêf li goristanê pîroz dikin, lê em ê tola wan zarokan hilînin."