Li Edeneyê herî kêm li 987 jinî tundî hat kirin

  • 09:25 24 Îlon 2020
  • Rojane
EDENE - Endamên Piştevaniya Morê bi dirûşma "Jiyan, maf, azadiya me di bin êrişan de ye. Em ne di ewlehiyê de ne" anketek çêkir. Hat diyarkirin ku ji hezar û 462 jinên beşdarî anketê bûne 987 jê tundî li wan hatiye kirin. 
 
Endamên Piştevaniya Morê bi dirûşma "Jiyan, maf, azadiya me di bin êrişan de ye. Em ne di ewlehiyê de ne" li Parka Ataturkê daxuyaniya çapemeniyê dan. Platforma Jinê ya Edeneyê û Meclîsên Jinê jî piştevanî dan daxuyaniyê. 
 
Endama Piştevaniya Mor Pelin Çiçek a di daxuyaniyê de axivî diyar kir ku di serdema pandemiyê de jiyana jinan hîn zor bûye. Pelînê diyar kir ku di serdema pandemiyê de newekheviya zayendiya civakî jî zêde bûye û jin di vê serdemê de hîn xizan bûne. Pelînê diyar kir ku jin di serdema pandemiyê de mecbûr mane ku li gel mêrê tundî li wan kiriye bimînin û bi bîr xist ku Piştevaniya Mor di tîrmehê de kampanyaya "Têkeve nava tevgerê" li dar xistine. 
 
Pelînê herî dawî ji bo hemû jinan banga têkoşîna rizgarkirinê kir.