Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da

  • 09:08 24 Îlon 2020
  • Rojane
AGIRÎ - Girtiyê nexweş Alî Boçnak ê 76 salî ku li Girtîgeha Panosa Agiriyê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. 
 
Girtiyê nexweş Alî Boçnak ê 76 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê dihat girtin jiyana xwe ji dest da. Alî Boçnak di sala 2009'an de li Qersê di operasyonekê de hatibû binçavkirin û pişt re jî hatibû girtin. 7 sal û 8 meh ceza li Alî Boçnak hatibû birîn û li girtîgehê nexweş ketibû. 
 
Hat zanîn ku cenazeyê Alî dê li Qersê were veşartin. 
 
Hêjayî gotinê ye ku cezayê li Alî Boçnak hatibû birîn di sala 2013'an de ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû pejirandin. Alî ji sala 2017'an vir ve li Panosê girtî bû û di nava lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt.