‘Desthilatdariyê nîvê tiştên girtiye nedaye gel’

  • 09:05 24 Îlon 2020
  • Rojane
WAN - Jinan diyar kirin ku di pêvajoya vîrusê de ji ber karantînayê pirsgirêk jiyane û got ew bi fikar in ku dîsa vegerin wê pêvajoyê û got: “Desthilatdariyê nîvê tiştên girtiye neda gel.”
 
Ji ber Vîrusa Koronayê krîza aborî girantir bû û welatiyan du car pirsgirêk jiyan. Di pêvajoya normalbûnê de fikara pêla duyem ava bû û ji aliyê hikûmetê ve jî qedexeyên nû tên aşkerakirin.
 
Yek ji bajarên ku vîrus lê giran bû Wan e. Jinan diyar kirin ku ew di mijara qedexeyên nû de bi fikar in.
 
‘Em nikarin debara xwe bikin’
 
Mercan Bozkurt ya li Sixkê a navçeya Îpekyol a Wanê dijî da zanîn ku bi vîrusê re qedexeyên hatine destpêkirin jiyana wan aniye asta rawestînê û betalî jî zêde bûye. Mercanê got wan di pêvajoya qedexeyê de gelek zehmetî kişandine û wiha got: “Zarokên me betal man. Me nizanibû em çi bikin. Em bi wê pêvajoyê perîşan bûn. Gelek kes birçî razan. Piştre em ketin pêvajoya normalbûnê. Mirov neçar bûn bixebitin. Ger derdê debarê tunebûna mirov derdiketin derve gelo? Nexweşî niha zêdetir bûye. Fikarên me jî zêde bûne. Em ketine derdê debara xwe.”
 
‘Nexweşketina me ne xema desthilatdariyê ye’
 
Mercanê her wiha daxuyakirin ku tiştên desthilatdariyê ji gel girt nîvê wê nedaye gel û wiha dawî lê anî: “Nexweşketina me ne xema desthilatdariyê ye. Got hezar TL alîkarî dane gel. Vîrûs zêde bû, hincet jî amade ye. 3 hezar lîra ceza didin gel. Gel wê dîsa dest ji kar berde û bikeve malan. Wê gel perîşan bibe.”
 
‘Derfet tune em rûpoş bigirin’
 
Sevîn Ozturk jî got ji ber nikarin debara xwe bikin bi salan e li konbajarê li taxa Seyrantepe jiyana xwe didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber aboriyê em nikarin berhemên paqijiyê jî bigirin. Ne rûpoş ne dezenfektan tiştek nedan me. Divê em baş xwe xwedî bikin, lê ji bilî girarê em tiştekî naxwin. Em nikarin rûpoş bigirin. Em rûpoş dişon û bi kar tînin.”
 
‘Zarokên me xwarinek baş naxwin’
 
Merve Yogun jî bi lêv kir ku zarokên wan baş xwedî nabin û ji pêvajoya vîrusê heta niha zehmetiyan dikşînin û ev tişt anî ziman: “Kesî alîkarî neda me. Em betal in û ji tu tiştekî fêdeyê nagirin. Yên gotin em alîkariyê didin tiştek nekirin. Dîsa wê qedexe dest pê bikin. Em ji ber zarokên xwe bi fikar in. Pere tune em nan bigirin. Şaredar heye lê tu tiştekî nake. Li konbajar gelek kes bi vîrusê ketin. Me ambulans dixwest digotin derfetê we hebe hûn bên.”