'Armanca pêngavê rizgarkirina herêmên dagirkirî û şikandina tecrîdê ye'

  • 09:04 24 Îlon 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Komîteya Perwerdeyê ya PYD'ê ya Kantona Kobanê Nesra Derwêş têkildarî pêngava "Pêngava me bi dirûşma "Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye"" wiha got: "Banga min ji tevahî pêkhateyên herêmê re heye ku rabin ser piyan da ku em dagirkeriyê têk bibin û armancên xwe bi ser bixin."
 
Di 14'ê Îlonê de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê bi armanca bidawîkirina xeteriyên ser Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, El-Bab, Ezaz û Cerablûsê, di heman demê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û afirandina jiyaneke azad, pêngava xwe ya li dijî êrîşan bi daxuyaniyekê ragihand. Di vê çarçoveyê de Endama Komîteya Perwerdeyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Kobanê Nesra Derwêş ji ajansa me re axivî.
 
'Divê em xwedî li destkeftiyên xwe derkevin'
 
Nesrayê da zanîn ku heta ew negihêjin armancên xwe wê ev pêngav neyê sekinandin û wiha got: "Pêngava me bi dirûşma "Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye", armanca pêngavê yek jê bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo ye û di heman demê de derxistina ji herêmê ya hêzên dagirker ên weke tirkiye û dewletên cuda ne. Herêmên ku dewleta tirk û çeteyên wê dagir kirine, em ê wan herêman rizgar bikin da ku hemû pêkhate bi hev re jiyana hevpar û azad, jiyaneke durî şer û pevçûnan bijîn. Rast e em wek PYD'e bi vê pêngavê rabûne, lê wê tevahî saziyên me cihê xwe di nav de bigirin. 9 sal in gelên van herêman bi hev re di çeperên şer de ne, di nav van çend salan de me gelek destkeftî bi ser xistin û pêwîst e em gelê herêmê xwedî li van destkeftiyan û nirxên şehîdan derkevin."
 
'Pêngava me wê ji dagirkeran re bibe bersiv '
 
Nesrayê balkişand ser hin xalên pêngavê û wiha pê de çû: "Hin ji xalên sereke yên pêngavê jê parastina ax, rûmet, civak, dîrok, çand, hevjiyana azad û parastina destkeftiyan e. Têkoşîn li dijî dagirkeriyê û hemû dijminên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî ye. Her wiha rêxistinkirina civakê û li beramberî dewleta tirk şerkirin e. Di van demên dawiyê de êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bûne, di heman demê de  bi rêya şerê taybet û tevlîheviyan dixwazin navbera pêkhateyan xirab bikin. Herî dawî jî dewleta tirk bi rêya ajanan dixwaze pirojeya me bi bin bixe. Lê ya ji me tê xwestin divê em gelê herêmê xwe perwerde bikin, da ku careke din dewleta tirk û hevkarên wê pilanên cuda li ser me çênekin, ji ber hewildanên wan hene ku demografiya me bidin guhertin, ziman tune bikin û di serî de Gelê Kurd qir bikin. Ev pêngava me wê  ji tevahî kesên ku dixwazin Kurdan û dostên wan tesfiya bikin, bibe bersiv."