Welatiyên Silopiyê xwestin Santralên Termîkê bê rakirin

  • 09:02 24 Îlon 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Santrala Termîkê ya aîdê Koma Cîner a di navbera bajarokên Gîte û Bêspinê hatiye çêkirin jiyana mirovan dixe bin xetereyê û welatiyên wê derê daxwaza rakirina santralê kirin. 
 
Santrala Termîkê ya aîdê Koma Cîner a bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn, li navçeya Silopiya Şirnexê dibe sedema komkujiya xwezayê û jiyana mirovan tehdît dike. Santral di navbera bajarokên Gîte û Bêspinê de hatiye çêkirin. 
 
Li her du giran di sala 2008’an de heta niha xwebat tê kirin. Heta roja îro gelek dar hatin birîn û jiyana gelek zindiyan hat tunekirin. Roj bi roj qada xebatê tê firehkirin û xweza tê texrîpkirin. Ji ber dînamîtên ku bê navber di qada madenê de tên teqandin û ewrên tozê dibin sedema xetereyan. 
 
Santralên Termîkê ku di navbera du bajarokên cerdewanan de hatiye avakirin û derdora santralê jî bi qereqolên leşkerî hatiye dorpêçkirin. Ji ber vê rewşê welatiyên ku li vir nikarin bi azad biaxifin. Ligel gazên Santralên Termîkê zirarê dide mirovan, dide nebatên derdorê jî û xeynî van jî baranên asît û xwelî li daristanan, araziyên çandiniyê dibare. Bi tevahî bandorê li tevahiya jiyanê dike. 
 
Şêniya bi navê Leyla A. bal kişand ser Santralên Termîkê ku li bajarokê hatine çêkirin û got: "Piştî çêkirina santralê gelek kes nexweş ketin. Bax û baxçeyên me zirar dîtin. Fêkî û zebzeyên me hemû bi pêre rizin. Li vir gelek jinên ducanî beravêtin. Jin, zarok, ciwan, kal û pîr hemû ji vê santralê bi bandor dibin. Jiyana me di nava xeterê de ye. Jehra vê santralê ji ber ku tevlî hewayê dibe gund, navend û navçeyan belav dibe. Ne bi tenê em, ên dinê jî zirarê dibînin."
 
‘Bila santralên termîkê betal bikin’
 
Welatiya ku nexwest navê xwe bêje, got ku ji ber santralê jiyana wan di bin tehlûkeyek mezin de ye û wiha axivî: "Ji ber vê santralê em dixwazin ji vir derbikevin. Lê ji aliyekî ve jî ji ber axa me vê derê ye em naxwazin dev jê berdin. Me di serî de nexwest ku ev santral bê çêkirin û em li dijî vê derketin. Lê belê daxwaziyên me bi cih neanînin. Niha jî ji ber vê santralê gelek kes jiyana xwe ji dest dide. Di malbata me de jî gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Em êdî nizanin ku çawa bikin. Bila ev Santralên Termîkê li vir bigirin û betal bikin.”