Endamê MÎT'ê îtiraf kir: Li dijî Bêrîvan Aslan amadekariya sûîkastê hat kirin

  • 08:52 24 Îlon 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkarê MÎT'ê Feyyaz O. îtiraf kir ku wan li dijî siyasetmedara kurd Bêrîvan Aslan amadekariya plana sûîkastê kirine. 
 
Derket holê ku MÎT'ê li dijî siyasetmedara kurd Bêrîvan Aslan a ku berê parlamenteriya Partiya Yeşiller a Avusturyayê kiriye amadekariya plana sûîkastê kiriye. Xebatkarê MÎT'ê Feyyaz O. di îfadeyên xwe yên dabû yekîneyên îstihbaratê diyar kir ku li dijî Bêrîvanê amadekariya plana sûîkastê hatiye kirin. 
 
Feyyaz O. ê ku pasaporta wî ya Îtalyayê heye anî ziman ku wî agahî li Sirbîstanê ji xebatkarekî MÎT'ê yê din girtiye û ev demeke Bêrîvana li Avusturyayê dijî dişopîne. Feyyaz îtiraf kir ku ji bo sûîkastê li Bêrîvanê bike li otelekê li hêviya fermana kesekî bû. Feyyaz O. di îtirafên xwe de anî ziman ku li Avusturyayê sûîkastên din jî tên plankirin û bi vê yekê tê xwestin li Avusturyayê kaos bê avakirin.