Li dijî êrîşan şêniyên Kobanê daketin qadan

  • 13:36 23 Îlon 2020
  • Rojane
KOBANÊ- Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê bi dirûşma "Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye" li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê meşek li dar xistin. 
 
Di çarçoveya hemleya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê ya bi dirûşma "Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye", îro şêniyên herêmê herikîn qadan û li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê meşiyan. Di meşê de Endam û Rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û bi sedan şêniyên Kantona Kobanê amede bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PPK'ê Abdulah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ciwanên komînist yên şoreşger û pankartên bi nivîsa "Em ê teqez bi ser bikevin", "Li dijî tecawuz û tundiyê em ê teqez serbikevin" hatibûn hildan. Meş ji qada jina azad dest pê kir û li qada aşitiyê rawestiya. 
 
'Bi ruhê berxwedana gelê Şoreşgerî em serkevin' 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen, balkişand ser girîngiya hemleyê û wiha got: "Îro hebûna we li vê derê dide diyarkirin ku em ê bigihêjin armancên xwe. Rewşa ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe rewşek hesas e. Divê em li gor vê rewşê xwe rêxistin bikin û ji hemû rewşên awarte re amade bin, ji bo vê jî me pêwîstî dît ku em dest bi hemleya bi dirûşma "Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye" bikin. Ji ber ev şoreş bi hêsanî nehatiye bidestxistin, bi sed hezaran şehîdan xwîna xwe ji bo vê şoreşê dane, lê ya ji me tê xwestin divê em xwedî li nirxên wan şehîdan û parastina wan destkeftiyan derkevin. Bi van çalakiyan em hemleya xwe bidomînin da ku em dagirkeran ji herêmên xwe derxin û gelê herêmê li warên xwe vegerin, di heman demê de Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan azad bikin."
 
'Yên nexşeya Rojhilata Navîn diyar bike gelê herêmê ne '
 
Hevserokê Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê Muhemed Şahîn jî wiha got: "Yên ku nexşe û pêşeroja Rojhilata Navîn diyar bikin îradeya vî gelî ye. Xwîna şehîdên ku soz dan, ne tenê ji bo Gelê Kurd soz  dan ji bo tevahî gelê Rojhilata Navîn dan. Em ê têkoşîna xwe û berxwedana xwe mezin bikin."
 
Meş bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.