Doza hevşaredaran hat dîtin

  • 13:21 23 Îlon 2020
  • Rojane
WAN - Daneşîna doza ku Hevşaredarên Bêgirê Leyla Blakan û Yilmaz Şalan ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin jê dihatindarizandin pêk hat.
 
Daneşîna doza Hevşaredarên navçeya Bêgirê ya Wanê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan yên HDP'yî ku li şûna wan qeyûm hat tayînkirin bi îdaya "Alîkarî dane rêxistinê" û "Endamtiya rêxisitnê kurine" jê tên darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Yilmaz Şalan ê li Gitîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû, Leyla Balkan û parêzerê xwe jî li daneşînê amade bûn.  
 
Hevşaredarên ku li daneşînê axivîn, parastinên xwe yên berê dubare kirin û daxwaza tehliyeya xwe kirin. 
 
Piştî parastinê heyeta dadgehê xwest ku belgeyên kêm ên ji bo doyayên bên temamkirin rewşa girtî ya Yilman Şalan berdewam bike û doz taloqî 23'ê Mijdarê kir.