Çalakiyên 'Dayikên Gerîla' dewam dike

  • 11:53 23 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Ji aliyê dayikan ve çalakiya bi navê "Dayikên Gerîla" hatibû destpêkirin û di hefteya xwe ya duyemîn de dewam dike. Dayikên Gerîlayan di çalakiya îro de jî bi daxuyaniyekê şerê bê qanûnî yên ku li hember şervanên azadiyê tê meşandin şermezar kirin.
 
Dayikan hefteya borî pêngava bi navê "Dayikên Gerîla" dabûn destpêkirin. Armanca vê pêngavê êrîşên li hember çiyayên Kurdistanê û bêdengiya dewletên navneteweyî ye. Her wiha dayik wê her hefte çalakiyên cur be cur li dar bixin. Îro jî li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişloyê dayikên gerîla rabûn û bi daxuyaniyekê  şerê bê qanûnî yên ku li hember şervanên azadiyê tê meşandin şermezar kirin. Daxuyanî li Qada Şehîdan hat dayîn û bi dehan dayik tevlî vê çalakiyê bûn. Her wiha wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Salîha Hacî ve hate dayîn.
 
Salîha di destpêkê de diyar kir ku heta şer li dijî şervanan û çiyayên Kurdistanê ranaweste wê  her li ser piyan bin û wiha domand: "Em bi navê dayikan ev şerê bê qanûnî yên ku li çiyayê Kurdistanê li hember şervanên me tê meşandin bi tundî şermezar dikin. Her wiha dewletên navneteweyî li hember ewqas êrîşan bêdeng dimîne, îro êrîşek bê qanûnî li çiyayên Kurdistanê rû dide û hemû cîhan jî dibîne, lê belê herkes li hember vê êrîşê ker û lal dimîne. Em ê bi dil û can herdem li ser rêya şehîdên xwe û şervanên azadiyê bin. Em bi navê dayikên Gerîla serkeftina zarokên xwe silav dikin û dibêjin em wek dewletên navneteweyî ne ker û lal in û em ê herdem li pey doza we bin. Em dibêjin êdî bes e ji êrîş û dagirkeriyê re, em ê her dem di nava çalakiyan de bin û piştgiriya zarokên xwe bikin. Em ê li hember êrîşan li ber xwe bidin û wê serkeftin para me be."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.