Yekane daxwaza wan hestiyên zarokên wan e

  • 09:07 23 Îlon 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Cenazeyên bi dehan kesên di qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn, hîna li goristana bêkesan tên girtin. Malbatên ku 4 sal in ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin têdikoşin, daxwaznameyan dinivîsin û mînaka xwînê didin, dixwazin gorek zarokê wan hebin.
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di pevçûnan de nêzî 80 kesî jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê piranî kesî hina li goristana bêkesan e û malbat ev 4 sale ji bo cenazeyan diçin dozgeriya Nisêbîn û Mêrdînê mînaka xwînê didin.
 
Hinek cenaze DNA’yên wan hatin girtin û hatin teslîmkirin, lê hîna nêzî 40 cenaze li goristana bêkesan e. Piştî pevçûnan cenaze şandin bajarên derdorê yên weke Riha, Meletî û Dîlokê. Di înşata TOKÎ’yê de cenazeyên hatin derxistin jî şandin Stenbolê.
 
Dosya navbera dozgeriyan de çû hat
 
Malbat ev 4 sal in gelek caran çûn Serdozgeriya Komarê ya li Nisêbîn û Mêrdînê û mînaka xwînê dan. Hinek malbatên serî li ÎHD’a Mêrdînê dan, di vê pêvajoyê de 4 caran mînaka xwînê dan. Dosyayên navbera dozgeriyên Nisêbîn û Mêrdînê de çûn hatin serlêdanên wan nehatin qebûlkirin û serdozgeriya komarê ya Mêrdînê got mijar ne girêdayê wan e û şand dozgeriya navçeyê.
 
Malbat bi salane dipên
 
Malbata Abdulselam Deger yê HPG’î (Kendal Qoser) jî yek ji van malbatan e. Dayika wî Leyla Deger (47) da zanîn ku 4 sale ji bo cenazeyê kurê xwe 3 caran mînaka xwînê daye serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê û tevî vê tu pêşketin tune ye.
 
‘Di çar salan de 3 caran mînaka xwînê’
 
Leylayê bi lêv kir çawa agahiya kurê xwe girtine çûne ku cenaze bigirin û ev tişt bi lêv kir: “Me wê demê nizanibû cenaze birine bajarên din. Me wê demê xwîna ewil da. Piştre me dîsa da. Bi giştî sê caran da.Yekane daxwaza min ev e ku cenazeyê kurê xwe bigirim.”
 
‘Tu mafê wan tune ye vê bi me bikin’
 
Leylayê destnîşan kir ku divê merciyên edlî di vî alî de bi mirovahî tev bigerin û wiha pê de çû: “Dema dilê min teng dibe ez diçin ser gora ciwanekî ku li vir jiyana xwe ji dest dabû. Hinek li wir bîhna min fireh dibe. Mafê tu kesî tune vê bi me bike. 4 sale ji bo hestiyên kurê xwe têdikoşim. Heta hestiyên wî nebînim rehetî tune. Li goristanan bi dehan cenaze hene. Tu dayik vê heq nake. Em zêde tiştekî naxwazin.”