'Em ê hêza xwe ya parastinê bi têkoşîna xwe mezin bikin'

  • 09:02 23 Îlon 2020
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’yê Leyla Aykal, bal kişand ser kampanyaya “Em xwe biparêzin” û got: "Ji ber ku berxwedana jinê ditirsin bêtir êrîşê jinê dikin. Lê em ê hêza xwe ya parastinê bi têkoşîna xwe mezin bikin. Li her qadê berxwedana xwe bidomînin." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî polîtîkayên taybet kampanya bi dirûşma “Em xwe diparêzin” dan destpêkirin. Di serî de li Amedê starta kampanyayê hat dayîn û piştre jî li gelek bajaran starta kampanyayê hat dayîn û li gorî taybetmendiya bajaran plansazî hatin kirin. Jin dixwazin bi kampanyayê li hemberî zext û zordariyê têkoşîna xwe mezin bikin û destkeftiyên xwe bi parêz in. Her wiha jin hewl didin ku bi çalakî û perwerdeyan armanca kampanyayê ji raya giştî re ragihînin. Derbarê mijarê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) a Şirnexê Leyla Aykal ji ajansa me re axivî. 
 
Leyla, anî ziman ku di demên dawiyê de ji ber polîtîkayên şerê taybet, tacîz û tecawizê her ku diçe zêde dibe û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li dijî polîtîkayên taybet ên şer me kampanyayekê bi vî rengî da destpêkirin. Ev êrîşên ku pêk tê bi zanebûn û bi destê mêran ve tê kirin. Mêrên êrişkar jî wekî her tim ji hêla dewletê ve tên parastin. Her wiha êrişên li hemberî jinê jî tên meşrûkirin."
 
'Berxwedana jinan ditirsin!'
 
Leyla, diyar kir ku bi taybetî li bajarên kurdan êriş bêtir pêk tên û got: "Li bajarên Kurdistanê êrîş zêde ne û mirov dikare bajarên wekî Şirnex, Êlih, Dêrsîm û Agirî mînak bide. Hêzên dewletê tecawizê zarokên me dikin. Mêrên ku ev êriş pêk anîn jî ji hêla dewletê ve hatin parastin. Her wiha ji ber polîtîkayên bêcezabûnê ev êrîş zêde dibin. Jinên ku li hemberî wan êrişan serî radikin jî dibin hedef. Her wiha ji ber ku têkoşîn û berxwedana jinê ditirsin û êrişê jinê dikin."
 
‘Di her qada jiyanê de bi êrîşê re rûbirû dimînin' 
 
Leyla, da zanîn ku li dijî her cureyên êrişê divê bersivek xurt bê dayîn û wiha dom kir: "Di her qada jiyanê de jin bi êrişê re rûbirû dimînin. Em jî li dijî her cureyên êrişan xebatên xwe bidin meşandin. Em ê mal bi mal, kolan bi kolan, kuçe bi kuçe bigerin û xwe bigihînin jinan. Li dijî polîtîkayên şerê taybet, hişmendiya mêr a serdest, hişmendiya ku jinan dike zayenda duyem em ê têkoşîna xwe heta dawiyê berdewam bikin. Em ê hêza xwe ya parastinê jî bi têkoşîna xwe re mezin bikin. Em ê li her qadê xwe birêxistin bikin. Em ê bibin dengê jinan. Em jin tu carî bêdeng nebûn û em ê bêdeng nebîn jî." 
 
‘Em ê mal bi mal xebatên xwe bidomînin' 
 
Leyla, destnîşan kir ku bi taybetî li herêma Botanê êrîşên taybet tên meşandin û wiha bi lêv kir: "Herêma Botanê bi zanebûn hedef tê girtin. Bi van êrîşan dixwazin pêşiya têkoşîn û berxwedanê bigirin. Bi van êrîşan dixwazin rûmeta me tune bikin. Botan ji ber ku cihê berxwedanê ye taybetî hedef tê girtin. Ji ber vê jî em ê xebatên xwe mal bi mal bimeşînin û welatiyên xwe agahdar bikin." 
 
‘Em xwe diparêzin û xweparastina xwe dikin’
 
Leyla, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em jin li dijî êrişan li ber xwe bidin têkoşîna xwe mezin bikin. Em xwe diparêz in."