ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2020'Î

  • 09:00 23 Îlon 2020
  • Rojev
*Ambargoya li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê 15 meh in didome. Ligel şert û mercên nebaş şêniyên wargehê jiyana xwe didomînin. Sabîre Îşlek  li wargehê li dijî amborgoyê dikanek vekir û cil û bergenên destê duyan bi erzanî difroşe û hewl dide ku debara xwe bike.  BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta TJA’yê Leyla Aykal, bal kişand ser kampanyaya “Em xwe biparêzin” û got: "Ji ber ku berxwedana jinê ditirsin bêtir êrîşê jinê dikin. Lê em ê hêza xwe ya parastinê bi têkoşîna xwe mezin bikin. Li her qadê berxwedana xwe bidomînin." BI DÎMEN 
 
*Bertekên derbarê serbestberdana çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê  didomin. Jinanên ku bertek nîşan dan diyar kirin ku heta Musa Orhan were girtin û cezakirin ew ê têkojîna xwe berdewam bikin û bûyerê ji rojeva xwe dernexînin. DÎMEN HEYE
 
*Canyar Nasêr a ji Kantona Efrînê ye û li ser girîngiya parastina dîrokê pirtûkek nivîsandiye, ji bo parastina nirxê dîrokî her lêkolînên xwe dike û wiha dibêjê: "Parastina dîrokê parastina hebûna civakê ye. Di nava şerd û mercên zehmet ên koçberiyê de  bi hezkirina dîroka xwe min pirtûkek amade kir." DÎMEN HEYE 
 
*Sînem Acay ku tevî hemû astengiyan dest ji karê xwe berneda 5 sale şêranîfiroşiyê dike. Di sêyemîn sala şêranîfiroşiyê de xelata rahişmendiyê girt û karê xwe bi hezkirin dike. DÎMEN HEYE
 
*Rêveber û Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Efrînê armanca  lidarxistina pêngava 'Em dibêjin na' nirxandin û wiha gotin: "Em ê bi ruhekî yekîtiyê li dijî tecawiz, xwekuştin, qetilkirin û tundiyê têkoşîn bikin." DÎMEN HEYE
 
* Cenazeyên bi dehan kesên di qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn, hîna li goristana bêkesan tên girtin. Malbatên ku 4 sal in ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin têdikoşin, daxwaznameyan dinivîsin û mînaka xwînê didin, dixwazin gorek zarokê wan hebin. DÎMEN HEYE