Desteya Ciwanan a Werzîşê tevlî pêngava 'Em ê teqez bi ser kevin' bûn

  • 12:59 22 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Desteya Ciwanan a Werzîşê ya Herêma Cizîrê tevlî pêngava 'Em ê  teqez bi ser kevin' bûn.
 
Desteya Ciwanan a Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê tevlî pêngava 'Em ê teqez bi ser kevin' bûn. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên tîmên sporê amade bûn. Daxuyanî li ber navenda Yekîtiya Werzîşê hat dayîn. Her wiha wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Desteya Ciwanan a Werzîşê û pankartên bi nivîsa "Ji têkoşîna Îmraliyê, heta berxwedana Heftanînê em ê teqez bi ser kevin" û "Dem dema azadiyê ye" hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Diwana Yekîtiyê ya Werzîşê Hîba Hisên ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Em weke ciwanên werzîşvan tevlî pêngava "Em ê teqez bi ser kevin" dibin. Li gorî 20 salên borî em bi hêz in û em bi berxwedana jinan û ciwanan bûn xwediyê tecrubeyê. Em ê ji hemû aliyan ve têkoşîn û serkeftinên gelê xwe biparêzin û serkeftinên azadiyê bi ser bixînin. Em ê xwediyê xwîna şehîdên xwe derkevin û em ê rêya wan bişopînin, ji ber rêya serkeftin û azadiyê bi rûmet e. 
 
Em weke Desteya Ciwanan û werzîşê parçeyek ji vê şoreşê ne, ji ber şoreş guhertin û vejîn e. Şoreşa me bi wekheviya pêkhateyên mîna kurd, ereb, suryan û aşûrî bi ser ket û heta roja îro jî li ber xwe dide. Weke tê zanîn berxwedana Kobanê û Heftanînê li tevahî cîhanê bû mînak. Dagirkeriya Tirkiyeyê dixwest bi rêya DAIŞ'ê dawiya kurdan bîne, lê belê em bi hêza gel, jin û ciwanan bi ser ketin. 
 
Îro em bi pêngava "Em ê teqez bi ser kevin" radibin û em soz didin ku em li hember tecawiz, tundî û qetilkirina jinan tucar bêdeng namînin.  Baweriya me ew e ku em ê bi serhildanên xwe hîn serkeftinên mezin bi dest bixin, ji ber şoreşa me ya hizrî hîn berdewam e û tu kes nikare vîna gelê berxwedêr û azadîxwaz bişkîne. Em weke gel û ciwan em ê her li ser rêya Rêber Apo bimeşin û em ê teqez dijmin di hemû qadan de têk bibin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" û "Bimre îxanet" bi dawî bû.