Dîrektora Avakar a CFWIJ'ê Kiran: Em ji ber rewşa Tirkiyeyê bi guman in

  • 11:17 22 Îlon 2020
  • Rojane
Habibe Eren
 
ENQERE - Li gor lêkolînên Tora Rojnamegerên jin Coalition For Women in Journalism (Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin) Tirkiye di mijara gefxwarina li jinê de di nava 5 welatan di rêza sêyem de cihê xwe digire. Avakara koalisyonê Kiran Nazish got:"Em dikarin bibêjin ji nava hemû welatan Tirkiye herî zêde jinên rojnameger dikin girtîgehan. Di nava welatên em dişopînin di rêza yekem de cih digire."
 
Li gor lêkolînên Tora Rojnamegerên jin Coalition For Women in Journalism (Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin) ya navenda wê New York û Avûsturalya ye û di sala 2017'an de hat avakirin Tirkiye di mijara gefxwarina li jinê de di nava 5 welatan di rêza sêyem de cihê xwe digire. Avakara koalisyonê Kiran Nazish anî ziman ku ew ji ber rewşa li Tirkiyeyê bi fikar e û got:"Em dikarin bibêjin ji nava hemû welatan Tirkiye herî zêde jinên rojnameger dikin girtîgehan. Di nava welatên em dişopînin di rêza yekem de cih digire."
 
Kiran di 2015'an de li Başûrê Kurdistanê lêkolîn li ser têkoşîna gelê kurd a li dijî DAÎŞ'ê jî lêkolîn kiriye. Ew ê li dijî êrîşa li ser rojnamegerên jin ên cîhanê îro bi hashtaga #ThreatsToWIJ li cîhanê kampanya bê lidarxistin. CFWIJ'ê ev kampanyaya cara yekem di 2018'an de têkildarî qetilkirina Rojnameger Gauri Lankesh a di 5'ê îlonê de dest pê kir. 
 
Tirkiye di nava 5 welatên yekem de cihê xwe digire
 
Li gor daneyên Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin di nêviyê îsal de herî kêm 68 jinên rojnameger dema karê xwe dikirin bi êrişê rû bi rû dimînin. Di heman demê de rojnamegerên jin bi rêya onlineyê jî bi heqaret û destdirêjiyê rû bi rû dimînin. Li gor daneyên Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin li 5 welatan herî zêde gefxwarina li dijî jinên rojnameger pêk tê. Ev welatana Emerîka, Hîndîstan, Tirkiye, Misir û Pakîstan in. 
 
'Li Tirkiyeyê rojnameger bi cudakariya zayendiyê rû bi rû tên hiştin'
 
Dîrektora Avakar a CFWIJ'ê Kiran anî ziman ku li Tirkiyeyê rojnameger bi cudakariya zayendiyê rû bi rû tên hiştin û wiha got:"Tirkiye di warê şopandina me de di dora yekem de cihê xwe digire. Em dikarin bibêjin ji nava hemû welatan Tirkiye herî zêde jinên rojnameger dikin girtîgehan. Jin li qadan bi êrişa zayendî û bi destdirêjiyê rû bi rû tên hiştin."