Li Cizîrê li dijî du zarokan êrîşa zayendî!

  • 10:40 22 Îlon 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê hat diyarkirin ku mêrên bi navê Nîmet D. û Îsmet de du zarok bi tecawizê re rûbirû hiştine. 
 
Li taxeke girêdayî Cizîra Şirnexê, hat diyarkirin ku mêrên bi navê Nîmet D. û Îsmet de du zarok bi tecawizê re rûbirû hiştine. Derbarê Nîmet D. yê  li Yekîneya Avê ya Şaredariya Cizîrê ku qeyûm tayînî wê hat kirin dixebite de tu lêpirsîn nehatiye vekirin û hat ragihandin ku malbata zarokan jî tê tehdîtkirin. 
 
Ser bûyerê girtin
 
Hat ragihandin ku Nîmet D. di 2013'an de zaroka 10 salî bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye û ser bûyerê wê demê hatiye girtin. Li gorî agahiyên ku me derbarê bûyerê de girtin Nîmet D., di 2013'an de zaroka apê xwe bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye. Zaroka ku ji ber tirsandina êrîşkar bûyer venegot li ser israra daiyika xwe vegotiye. Piştî êrîşa zayendî ya Nîmet. D. bi mehekê jî heman zarok ji aliyê pisamamê xwe Huseyîn D. ve bi tecawizê re rûbirû maye. Malbatê îdakir ku wan ji ber tirsa wê zaroka wan ji dest wan bigirin serlêdana sûc nekirine. 
 
Zarokek din jî bi êrîşê re rûbirû hişt
 
Li gel ku di ser bûyerê re 7 sal derbas bûne hat hat diyarkirin ku Nîmet D. zarokeke din a malbatê jî bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye. Hat ragihandin ku ev bûyer jî berî bi 20 rojî pêk hatiye. 
 
Hat aşkerakirin ku malbatê piştî vê bûyerê jî serlêdana sûc nekiriye û bi zextên Nîmet D. re rûbirû dimîne. Herwiha balkêşe ku heta niha derbarê bûyerê de tu pêkanîneke hiqûqî tune ye.