Sansura li ser çapemeniyê didome: Ajansa Nûçe Ciwan hat girtin
- 10:06 22 Îlon 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçe Ciwan dîsa hat girtin.
Navnîşana www.nuceciwan51.com a Ajansa Nûçe Ciwan a têkildarî ciwnan weşanê dike ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 1'emîn a Wanê hat girtin. Ew ê Ajansa Nûçe Ciwan bi navnîşana xwe ya nû ya bi navê Ajans www.nuceciwan52.com weşana xwe bidomîne.
Li gor daxuyaniyê 'di bin navê tedbîrê de' sîte hatiye girtin.