‘Jin bi vîn û baweriya xwe wê dîwarên Îmraliyê hilweşînin’

  • 09:03 22 Îlon 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir 
 
ŞEHBA - Jinên Ciwan ên Kantona Efrînê tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kirin û gotin: "Bi vîn û baweriya ku Rêber Apo di dilê me de daye çêkitin em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin û rêberê xwe azad bikin."
 
Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve û bi hevkariya dewletên navneteweyî dîl hate girtin. Bi dîlgirtina wî re tecrîdeke giran li Îmraliyê li ser hat destpêkirin ku heta îro ev tecrîd berdewam dike. Ev tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re girantir bû. Dewleta tirk bi aramanca qutkirina fikrên wî ji civakê tcrîdê her ku diçe girantir dike Têkildarî mijarê Jinên Ciwan ên Kantona Efrînê nirxandin kirin.
 
 ‘Bi azadkirina Rêber Apo re em ê jî azad bibin’
 
Jina ciwan a bi navê Peyman Mûse li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrîna xwe anî ziman û  got: “Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinê cihê xwe di qadên siyasî, leşkerî, civakî de girt û bû xwedî îrade. Ev yek jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat. Ji ber vê wekî jinên ciwan erka me ya sereke ew e ku ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşîna xwe mezin bikin. Bi azadkirina Rêber Apo re em ê jî azad bibin. Em tucarî tecrîda li ser Rêber Apo qebûlnakin.”
 
‘Azadiya jinê misogeriya azadiya civakê ye’
 
Ciwana bi navê Silava Bekir jî diyar kir ku ew her li ser riya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo jinan destnîşan kiriye  bimeşin û wiha pê de çû: “Rêber Apo di fikir û felsefeya xwe de jin bingeh didît. Ji ber ku azadiya jinê misogeriya azadiya civakê ye. Bi dîlgirtina Rêber Apo re xwestin jinê bê hêz bihêlin.  Lê jinên kurd ev daxwaza wan pêk neanî û li hember dijmin bû xwedî sekin û îrade. Jinan ji xwe re riya azadiyê hilbijartin. Em soza xwe carek din nû dikin ku em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin.”
 
‘Civak li ser felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike’
 
Jina ciwan Rolav Hibo jî li dijî tecrîda girankirî berteka xwe nîşan da û wiha got: “Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser gelê azadîxwaz e. Rêber Apo tenê fîzîkî hatiye dîlgirtin û fikir û ramana wî di nava gel de dijîn. Ser esasê felsefeya Rêber Apo civak xwe bi rêxistin dike. Bila tu carî dewleta tirk ne fikire ku bi dîlgiritina rêberê me wê fikira azadiyê ji me qut bike.”
 
‘Wê êrîş bandorê li ser me nekin’
 
Jina ciwan a bi navê Mediya Ebdo jî li ser girêdana jinan bi fikirên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî û ev tişt got: “Rêber Apo ji bo me bû mînaka serkeftina ku em hêza xwe jê digirin. Loma êrîşên ku îro bi armanca şikandina vîna jinê tên kirin, wê bandorê li têkoşîna me ya ji bo rizgarkirina Rêber Apo neke. Em weke  jinên ciwan bang li tevahî saziyên mafên mirovan dikin ku bi erka xwe ya hiqûqî û mirovî rabin û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin. Bi vîn û baweriya ku Rêber Apo di dilê me de daye çêkirin em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin û rêberê xwe azad bikin.”