Yekîtiya Jinên Ciwan çalakiya bisiklêtê li dar xist
- 08:56 22 Îlon 2020
- Rojane
HESEKÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya pêngava 'Em ê teqez bi ser bikevin' çalakiya bisiklêtê li dar xist.
Îro bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya pêngava 'Em ê teqez bi ser bikevin' çalakiya bisiklêtê bi dirûşma "Na ji dagirkeriya tirk re" li dar xist. Di çalakiyê de alên Yekîtiya Jinên Ciwan û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriya tirk re", "Na ji tundiya li ser ser jinê" hatibû hildan. Meş ji çerxerêya Sînalok dest pê kir û li çarxereya Sebax veguherî mitîngê.
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Jinên Ciwan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emel Mîrzo teqez kir ku armanca wan a pêkanîna çalakiyê piştgiriya pêngava 'Em ê teqez bi ser bikevin'û şermezarkirina kiryarên li dijî jinan e û wiha axaftina xwe anî ser ziman: "Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû qadan de cih girt û barê şoreşê li ser milê xwe hilgirt, lewma dewleta tirk bi van êrîş û kiryarên ku di derheqê jinan de pêk tîne dixwaze îradeya jinan bişkîne."
Çalakî bi dirûşma "Na ji dagirkeriya tirk re" û "Na ji tundiya li ser jinê re" bi dawî bû.