'Li Mêrsînê starta kampanya 'Em xwe diparêzin' hat dayîn

  • 15:51 21 Îlon 2020
  • Rojane
MÊRSÎN - TJA'yê li Mêrsînê starta kampanyaya xwe ya "Em Xwe Diparêzin" da û got, "Em jiyanê dihûnin tecrûbeyên me parastina me ya rewa ye."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Mêrsînê bi daxuyaniyekê starta kampanyaya xwe ya "Em Em Xwe diparêzin" da. Daxuyanî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Yenîşehirê hat dayîn û pankartên bi diruşma "Em xwe diparêzin" û "Jin jiyan e, jiyanê nekujin hatin vekirin.
 
Di daxuyaniyê de aktîvîsta TJA'yê Nur Aytemur axivî û got ku ew ji destpêka dîrokê li dijî êrîşan bi berxwedana xwe hata roja îro hatine.
 
'Me bi parastina rewa xwe parast'
 
Nurê diyar kir ku jinên kurd ji ber ziman û nasnameya xwe bi zextan re rûbirû tên û wiha berdewam kir: "Me di salên dawîn de bi parastina xwe ya rewa xwe li dijî êrîşan parast. Dewletê zimanê me qedexe kir û kesên çûn dibistanê bi lêdanê ew hînî zimanê xwe kirin û bi vê polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê ya yek ziman heta roja îro hebûna xwe berdewam kir. Di vî warî de dibistan bûn cihên sereke yên pişavtinê. Bi hêza ku me ji rêxistina jinê ya bê dewlet û bê mêr xwe dparêze girt em ê pergala hevserokatiye, bajarên jinan, rêxistina jinê ya xweser diyarî jinan bikin."