Rûniştina êrîşa zayendî di 16’ê cotmehê de tê dîtin

  • 09:08 21 Îlon 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li ser gilîkirina zaroka ku rastî êrîşa zayendî hat, gumanbar Huseyîn Dervîş hat girtin û yekemîn runiştina dozê wê di 16’ê cotmehê de bê dîtin.
 
Li navçeya Qoser a Mêrdînê di cotmeha 2019’ande zarokek ji aliyê kesê bi navê Huseyîn Dervîş ve rastî îstîsmara zayendî hat. Hat hînbûn ku Huseyîn Dervîş zarok bi gotina ‘ji kesî re ne nebêje’ tehdîd kiriye.
 
Piştî ku zarokê bûyer li dibistanê ji mamosteyê xwe re vegot, her tişt derket holê. Mamoste serlêdana sûc kir û ligel psîkolog îfadeya zarok hat girtin. Zarokê di îfadeya xwe de diyar kir ku ji aliyê Huseyîn Dervîş ve bi êrîşa zayendî re rûbirû ma û piştre hatiye tehdîdkirin. Piştî vê gilî hat kirin.
 
Hat girtin
 
Huseyîn Dervîş di 20’ê cotmeha 2019’an de hat binçavkirin û ji sûcên ‘êrîşa zayendî ya zarokê’, ‘kes ji azadiyê bêparhiştin’ hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Huseyîn Dervîş di îfadeya xwe de sûcdarî qebûl nekir û hewl da xwe paqij derxîne.
 
Runiştin di 16’ê cotmehê de wê bê dîtin
 
Piştî gilîkirina zarokê, di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de îdianame hat amadekirin û ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Dî îdianameyê de rapora pedagog jî cih girt û hat piştrastkirin ku zarok rastî îstîsmarê hatiye. Runiştin wê di 16’ê cotmehê de bê dîtin.