Rojnamegerên jin:Em hêza xwe ji Gurbetellî û Denîzê digirin

  • 09:07 21 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Rojnamegerên jin ên hêjayî xelatên Şehîdên Çapemeniya Azad a Musa Anter hatin dîtin diyar kirin ku xelat ji bo wan bi rumet e û gotin: “Em hêza xwe ji Gurbetellî Ersoz û Denîz Firat digirin. Piştperdeya wêneyan jî heye. Ev di heman demê de parçeyek têkoşîna jinê ye.”
 
27’emîn Xelatên Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşam ve hatin dayîn. Di 5 beşên cuda yên wekê ‘Nûçeya Tirkî’, ‘Nûçeya Kurdî’, ‘Wêne( wêneyê nûçeyê)’, ‘Karîkatur’ û li ser bîranîna Gurbetellî Ersoz ‘nûçegîhaniya jinê’ xelat hatin dayîn. 8 rojnamegerên jin îsal bi wêne û nûçeyên xwe hêjayî xelatê hatin dîtin.
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Arjîn Dîlek Oncel bi nûçeya xwe ya li ser navê ‘Mirina bi guman a dayikan' bû şahidê tecawiza ku keça wê rast hatî’ hêjayî ‘Xelata Taybet a Juriyê ya Nûçegîhandiya Jinê’ hat dîtin. Arjînê da zanîn ku Musa Anter ji bo hemû rojnamegeran gelek bi nirxe û got: “Rumetek mezin e. Gotina wî hîna di guhê me de ye. Em wek rojnameger êdî naxwazin nûçeyên li ser êrîşa zayendî li dijî zarokan, kuştinên jinan, talana xwezayê naxwazin çêbikin. Em dixwazin bi nûçeyên hêviyê didin bibin rojev. Em dixwazin derbarê xweşîkahî başiyê de binivîsin. Nûçeyên em çêdikin mixabin di alî jinan de birînan vedikin. Hevalek me ya xelat girtiye nameya Îpek Er kiribû nûçe. Wê nameyê em hemû birîndar kiribûn. Hevala çêkiribû jî dema nûçe çêkir bawerim zehmetî kişand.”
 
‘Wê destê we li ser wijdanê we be’
 
Arjînê daxuyakirin ku nûçegîhanî hîna bi gelek kêmasiyan tê kirin û divê hîna pir xebat bê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi hêza Gurbetellî Ersoz û Musa Anter dixwazin pêş bikevin û hinek tiştan bikin. Ev gelek bi nirx û kiymete. Lê li gorî min hîna jî qels e. Ji ber em berê xwe didin kîjan alî binpêkirinên maf tên jiyîn. Ne tenê li Kurdistanê li bajarên Rojava jî binpêkirina mafan em digirin dest. Tevî hemû zextan em di riya xwe de berdewam dikin. Gelek hevalên me niha girtîne. Lê ew hevalên me li hundir jî nasekinin. Binpêkirinên hundir radigihînin. Rojnamgerî bi wijdan û ahlaq dikare bimeşe. Wê destê we li wijdana we be.”
 
‘Em ji Gurbet û Denîzê cesaretê digirin’
 
Arjînê destnîşan kir ku îsal yên xelat girtine piranî jinin û ev tişt anî ziman: “Berê tiştên rojnamegerên jin çêdikirin nedihatin dîtin. Gelek bi cesaret bûn, li qadan bûn, dixebitîn lê ji ber pergala serdest ya baviksalarî nûçeyên rojnamegerên jin nedihatin dîtin. Lê êdî ne wisa ye. Me îsal ev di xelatên Musa Anter de dît. Ev rumetek mezine. Rojnamegerên jin jî êdî vê dizanin. Em rojnamegerên jin ji Gurbetellî Ersoz û Denîzê hêzê digirin. Em bi wê cesaretê di riya wan de dimeşin.”
 
‘Ji bo kevneşopî bidome em hewl didin’
 
Nûçegîhana MA’ê Ayşe Surmen bi nûçeya xwe ya sernavê ‘Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT’ê ji malbatê re hat şandin’ di beşa Kurdî de hêjayî xelatê hat dîtin. Ayşeyê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê rojnameger rastî zextan tên û ev tişt got: “Gelek rojnameger ji ber nêrînên xwe girtîne. Tevî hemû zextan kevneşopiya çapemeniya azad didomînin. Bi taybet li herêmê rojnamegerên jin zehmetiyên dikşînin. Rojnamegerên jin ji ber rolên pergala serdest ya mêr ferz dikin, red dikin hedef tên girtin. Kevneşopiya çapemeniyê ji Gurbetellî û Musa Anter ji me re ma. Em ji bo vê kevneşopiyê bimeşînin hewl didin. Em ê her tim li kolnaan bin. Îsal piranî xelat jinan girt. Ev ji bo me rumetek mezine.”
 
‘Piştperdeya wêne heye’
 
Di beşa ‘wêne’ jî rojnameger Zeynep Kuray bi wêneyê ‘Abluka’ û rojnameger Fatoş Erdogan bi wêneyê xwe yê ‘Wêneyê Tirkiyeyê’ yê cenazeyê parêzer Ebru Tîmtîk hêjayî xelatê hat dîtin.
 
Zeynep Kuray der barê mijarê de wiha got: “Ev xelat ji bo min rumetek mezin e. Me her tim li dadgehan Apê Musa bi bîr anî û soz da ku em di şopa wî de bimeşin. Ji bo min gelek watedare. Di beşa wêneyan de her sê xelat jî ji bo jinan hat dayîn. Ev pêşketin û serkeftinek mezine. Em hêvîdarin ku hêjayî Musa Anterin bin. Xuyaye ku em di riyek baş de ne. Piştperdeya wî wêneyê heye. Di heman demê de em jî di dorpêçê de bûn. Li jêr dema min wêne dikişand, polîsan ez derb kirim û derxistim derve. Min jî ger wisa be ezê jî ji jor ve bikişnînm. Hewl dan asten bikin lê nikaribûn pêşî lê bigirin. Demek beriya wê hatibûm binçavkirin. Dest danîn ser wênekêşa min. Min bi wênekeşeke ku dabûn min kişand. Ya min hîna li emniyetê ye. Min bi wênekêşa ku hevalên min dan min ew wêne kişand. Parlamenter hatibûn dorpêçkirin. Ev wêne rewşa Tirkiyeyê di esasê de vedibêje. Em ê tu car ji rastiyan tawîz nedin û di riya xwe de berdewam bikin.”
 
‘Ev nûçe di heman demê de parçeyeke têkoşîna jinê ye’
 
Ji rojnamegerya Karinca Sîbel Yukler di beşa ‘Nûçegîhaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz’ de bi nûçeya xwe ya ‘Polîsan Emîne Bulut sûcdar kiriye’ hêjayî xelatê hat dîtin. Sîbelê da zanîn ku gelek jinên ji şîdetê direvin, diçin qerekolan û nayên parastin hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Emîne Bulut yek ji van jinan bû. 4 saet beriya ku bê kuştinê diçe qerekolê. Divê li gorî qanûna 6284 bihata parastin û şopandin. Lê polîsan tedbîr negirt. Beyî îmzeya Emîne Bulut bigirin şandin. Piştî saetan şûnde Emîne Bulut hat kuştin. Ger polîs li gor qanûna 6284 tevbigeriyana wê îro hezaran jin bijiyana. Nûçeya min di heman demê de parçeyek têkoşîna jinê ye. Ez hêjayî vê xelatê hatim dîtin, ber vê gelek serbilind û bi rumetim.”
 
‘Em wek Jin News têkoşînek mezin didin’
 
Nûçegîhana ajansa me Medya Uren jî di beşa ‘Nûçeya Kurdî’ de bi nûçeya xwe ya ‘Me xwe gîhand nameya Î.E ya ku çawîşê pîspor tecawîzê wê kir’ hêjayî xelatê hat dîtin. Medyayê di destpêka axaftina xwe de şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîN û got bûyera Îpek Er parçeyek polîtîka şerê taybet e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybet li Kurdistanê li hember jinan êrîşek heye. Bi salan e ev êrîş didomin û ser wan tê girtin. Dema ez bi bûyerê hesiyam çûm nexweşxanê. Min malbata wê li wir dît. Dema çûm hîna polîs nehatibû. Ewl malbat ji ber ku dibe ez polîs bim bi min bawar nebû. Bertek nîşan dan. Qêrînên dayika wê dilê min şewitand. Bûyera Îpek Er bi dehan bûyer derxist holê. Bi sedan jin ji ber polîtîkayên taybet yên şer rastî tecawizê tên. Em wek Jinnews ji bo ev polîtîkayên qirêj derkevin holê têdikoşin. Em ê bibin zimanê jin û bindestan.”