Şaha Xelîl: Hemû jin keda xwe û êşên xwe parve dikin

  • 09:06 21 Îlon 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl ku tevlî konferansa 2’emîn ya Kongreya Star a duh hat lidarxisitn bû derbarê konferansê de got: ”Di nava herdu salên borî de pilansaziyeke me ya tijî ji bo xurtkirina xebatên jinan hebû. Lê ji ber êrîşên hin xebatên me nîvco man. Lê em ê van kêmasiyênxwe bi rêya vê konferansê derbas bikin." 
 
 Kongreya Star a Kantona Qamişloyê duh 2’emîn konferansa xwe bi dirûşma “Bi tekoşîna Hevrîn û Zehreyan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê misoger bikin” li dar xist. Konferans li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê ya Qamişloyê bi tevlîbûna 120 delegeyi hat lidarxistin. Rêvebera Kongreya Star a kantona Qamişloyê Şaha Xelîl ku tevlî konferansa 2’emîn ya Kongreya Star bû derbarê konferansê de nirxandin kir.
 
‘Jin bi hêz û îradeya xwe tên naskirin’
 
Şaha di destpêka axavtina xwe de bal kişand ser girîngiya lidarxistina konferansê û wiha got: ”Me konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.  Ev herdu salên borî tijî êş, destkeftî û xebat bûn. Di nava hemû bûyerên ku li herêmê rûdan, me gelek berdêlên giran dan û di nav de jî me gelek gav avêtin.  Girîngiya lidarxistina konferansê jî ew e ku li vê derê hemû jin keda xwe, êşên xwe û pirsgirêkên xwe bi hev re parve dikin û ji pirsgirêkan re dibin bersîv. Jin bi hêz û îradeya xwe tên naskirin, ji bo wê li hemberî van hemû êşan li ber xwe dan.” 
 
 ‘Hilbijartinên me bi rengekî demokratîk hatin çêkirin’
 
Şeha destnîşanî pergala demokratîk a hilbijartinê di nava rêxistina Kongreya Star de kir û ev tişt got:” Pergaleke me ya rêveberiyê heye, di destpêkê de me hilbijartinên xwe yên navçeyan çêkirin.  Paşê jî me hilbijartinên xwe yên kantonê çêkirin, her wiha di demên pêş de jî em derbasî hilbijartinên kongreya xwe ya giştî bûn. Em weke rêxistina jin hemû jinan bi hemû pêkhateyên wab di nava xwe de himbêz dikin.  Di nava rêveberiyên me de jî  jin ji hersê pêkhateyan cihê xwe digrin û kar û xebata xwe dimeşînin.”
 
‘Kêmasiyên heyî em ê çareser bikin’
 
Şaha di dawiya gotinên xwe de li ser kar û xebatê jinan di Kongreya Star de axivî û wiha dirêjî da gotina xwe: ”Di nava herdu salên borî de pilansaziyeke me ya tijî ji bo xurtkirina xebatên jinan hebû. Lê ji ber êrîşên ku ji aliyê dewleta tirk de li ser herêmê hatin kirin, hinej xebatên me nîvco man. Heta astekê me xebat da meşandin, lê vê jî têrê nekir. Ji bo wê di vê konferansê de kêmasiyên ku çêbûne em ê çareser bikin. Armanca me em xwe bighînin tevahî jinan û jinan hînî azdiyê bikin. Ez serkeftinê ji tevahî jinan re dixwazim.”