Raporê şîdeta hat kirin aşkera kir

  • 09:05 21 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Jina bi navê Z.M. bi şîdeta polîs H.A, re rûbirû ma, welatiyên bi navê A.E û Ç.Y. hewl dabûn pêşî li şîdetê bigirin. H.A li ser vê ji ‘Li dijî polîs derketine' gilî kir. H.A û Z.M her çiqas bêjin ‘me bi hev henek dikir jî’ di rapor û dîmenan de şîdeta li hemberî  Z.M yê hat belgekirin.
 
Li navçeya Rêzanê ya  Amedê di 27’ê tîrmehê de jina bi navê Z.M ji aliyê hevalê xwe yên polîs H.A ve bi şîdetê re rûbirû ma. Ciwanên bi navê A.E û Ç.Y yên şahidiya bûyerê kirin hewl dan pêşî li şîdetê bigirin. H.A yê polîs, jî der barê ciwanan de "Li dijî polîs derketiye" gilî kir. Ciwanên ku çûn îfadeyê jî diyar kirin ku polîs H.A şîdet li jinê kiriye û hewl dane pêşî lê bigirin lê H.A ew tehdîd kirin û gilî kirin.
 
Li ser vê derbarê H.A polîs de ji sûcê ‘bi çekê tehdîdkirin’ îdianame hat amadekirin û derbarê şahîdên A.E û Ç.Y de jî ji sûcê ‘birîndarkirina hêsan’ îdianame hat amadekirin û cudacuda ceza hat xwestin. Di beriya îdianameyê de lêpirsîna hat meşandin de, polîs H.A di îfadeya xwe de got: “Z.M hevala min e. Me henek dikir, min li milê wê xist. Dîsa bi henekan min porê wê kişand. Me wisa henek dikir û du kes hatin êrîşê min kirin.” Lê rapora kesê dizane van gotinên polîs H.A dirizîne. Di rapora hat amadekirin de hat dîtin ku şîdet hatiye kirin.
 
‘Me hewl da em jinê ji cem wî dûr bixin’
 
Şahid A.E di îfadeya xwe de got: “Em li ber kargeriyê runiştibûn. Jinek hat derbkirin. Mêrekî heqeret lê dikir. Em çûn cem û me Z.M ji cem H.A dûr xist. Çawa em çûn ji hev veqetiyan. Piştre wî mêrî got ‘hûn kî ne ji we re çi? Ew hezkiriya min e’. Heqeret kir. Piştre min çeka pişta wî dît. Piştre min kêra xwe derxist lê kêra min xera bû. Wî şexsî çek derxist û gule berda hewa. Piştre polîs hatin. Me her tişt ji polîsan re got. Min kêra xwe bi daxwaza xwe da polîsan. Min kesek birîndar nekir. Tenê gengeşî derket. Min peywira xwe ya welatîbûnê kir. Jin di rewşek zehmet de bû. Em çûn gel wê.”
 
Şahîd Ç.Y jî di îfadeya xwe de wiha got: “Me çawa bûyer dît em çûn gel wan. Min bi milê wî mêrî girt. Hevalê min jî ket navbera jin û mêr ku zirarê nede jinê. Li ser vê wî mêrî heqeret kir û gule reşand. Dibêjin me henek dikir. Lê ne henek bû. Li hev diqiriyan. Me dest neda wî kesî. Tenê me ji hev dûr xistin. Ez van îftereyan qebûl nakim. Ji xwe di kamerayan de ji wê her tişt derkeve holê.”
 
Z.M jî şîdet qebûl nekir
 
Z.M jî di îfadeya xwe de diyar kir ku H.A hevalê wê ye, bi hev re henek dikirin. Lê her çiqas wisa bêje jî di kamerayan de hat dîtin ku rastî şîdetê hatiye. Ji bo sê kesan cuda cuda ceza hat xwestin
 
Piştî lêpirsînêji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdianame hat amadekirin û derbarê A.E û Ç.Y de ji sûcê ‘birîndarkirin hêsan’ ji 4 mehan heta salekê, derbarê H.A de jî ji sûcê ‘Bi çekê tehdîd’ ji 3 mehan heta 2 salan ceza hat xwestin.
 
Îdianame ji aliyê 13’yemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Amedê ve hat qebûlkirin û runiştina yekem di 22’ê îlonê de ango dê sibêhê bê dîtîn.