Adalet Fîdan: Xebatên me ji bo jinan berdewam dikin

  • 09:03 21 Îlon 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, di derbarê xebatên xwe yên ji bo jinê û projeyên dane destpêkirin de axivî. Adaletê, anî ziman ku bênavber xebatên wan ên ji bo jinan berdewam dikin, lê şewba vîrûsa koronayê ji wan re dibe asteng.
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê ê Adar a 2019’an de, Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)  li navçeya Silopî ya Şirnexê ji sedî 73,16 deng stendin û şaredarî bi dest xist. Di vê pêvajoya darbas bûyî de li dijî hemû zext, zordarî û deynên ku qeyûman hîştin jî şaredariyên HDP’ê xebatên xwe bênavber didomînin. Şaredariya Silopiyê ku heta niha xebatên xwe bênavber didomîne, bi taybetî ji bo jinê kar û xebatên xwe bênavber didomîne.  Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, li ser kar, xebat û projeyên ji bo jinan ku pêş xistine nirxandin kir.
 
Adaletê, bi bîr xist ku qeyûmê çû li pey xwe gelek deyn hîştine, lê ew li gel deynan xebatên xwe berdewam dikein. Adaletê wiha berdewam kir.: “Kar û xebatên me didomin. Lê ji ber şewba vîrusa koronayê em dem bidem zahmetiyan dikişînin. Berî hemû tiştan tendûristiya gel ji bo me girîng e. Di dema nû me şaredarî bi dest xist me diyar kiribû ku em ê xebatên xwe bi gel re bimeşînin. Em li ser soza xwe man. Lê ji ber şewbê em dem bidem ji hêla civînên ku bi gel re lidar dixin zahmetiyan dikişînin. Lê dîsa jî li gel şert û mercan em xebatên xwe bê navber dimeşîninl. Dema em xebatên xwe jî dikin hemû tedbîran digirin piştre dixebitin. Di nav vê salê de di bin banê Midûriyeta Polîtîqayên Jinan de ji bo jinan sê projeyên me hebûn. Yek ji van ‘Bazara Keda Jinê’ ye û amadekariyên wê qediyan e. Di civînên jinan de jî ev derketibû holê. Jinan dixwest ku cihekî taybet ji bo wan hebe.   Destdirêjî, tecawiz û tundiya li dijî jin û zarokan gelek zêde bûye. Em hewl didin vê mijarê jî bi gelre bidin niqaşkirin. Wê civînên me di demên pêş de derbarê mijarê de bên destpêkirin. Her wiha dîsa ji bo jinan em ê parkekê vebikn û dê tenê jin lê bixebitin û rêve bibin. Ev projeya me dê di demek kurt bikeve meriyetê. Em ê ji bo jinan mala nanê tenûrê û sêlê jî vekin”
 
‘Ji bo jinan çi ji destê me bê em ê bikin’
 
 Adaletê, diyar kir ku ew li gor fikrên gel tevgeriyan e, daxwazên jinan ji bo wan girîngin û wiha domand: “Ji bo jinan çi ji destêm me bê em ê bikin. Em ê tim piştgiriyê bidin jinan. Di nav vê salê de em ê hemû projeyên xwe yên ji bo jinan bi qedînin. Her wiha tevahî xebatên şaredariyê jî jinê eleqeder dikin. Xebatên me yên taybet ji bo jinan jî berdewam dikin. Li ‘Bazara Keda Jinê’ de dê bi bi tenê jin bixebitin. Jinên ku ji gundan tên mast, zebze, fêkî, berhemên destan û gelek tiştên din dê bikaribin li vir bifroşin. Parqa ku dê jin rêvebibin navê wê hîn nediyare, jin dê civînê li dar bixin û di navbera xwe de biryarê bigirin û navê wê bidin. Em ê jî heta dawiya sala 2020’an ‘Bazara Keda Jinê’ bikin meriyetê.”
 
 ‘Em projeyên xwe sal bi sal parve dikin’
 
Adalet, bi lêv kir ku 29 donim erdê şaredariyê de jinan fêkî û zebzeyên ku çandine xebata wan hîn berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev fêkî û zebzeyên ku hatin çandin, jin diçin kom dikin û ji malbatên pêdiviya wan pê heye re tên dayîn. Xeynî vê jî em wê qada mayî jî yan bikin sera û an jî daran lê biçînin. Em ê vê xebata xwe jî radestî gel bikin. Em projeyên xwe sal bi sal parve dikin.”     
 
‘Projeyên me yên ji bo çandç jî hene’
 
Adaletê, deyar kir ku qada çandê ji bo wan gelek girîng e û ev tişt ragihand: “Di qada çandê de jî pêşniyar û daxwazên gel hene. Beriya qeyûmê ewil saziya çandê hebû. Lê belê piştî ku qeyûm hat şûnde ew cih ji destên me hat girtin û em nikarin bi kar bînin. Ji bo jin û zarokan jî projeyên me yên çandê hene. Lê ji ber şewbê kes zêde nikarin kom bibin. Ji ber wê me ev proje niha dane sekinandin. Dema ku di warê  tendûristiyê de pirsgirêk çareser bû wê demê em ê dest bi bernameyên çandê bikin.”
 
‘Em ê kar û xebatên ji bo jinan bidomînin’
 
Adalet, dawiya axaftina xwe de balkişand ser Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet jî  û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ku me sazî vekir şûnde me dît ku pêdiviyeke mezine. Ji ber ku gelek jin tên xwe digihînin saziya me. Jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin hem aliyê aborî û hem jî aliyê fîzîkî de alîkariyê ji me dixwazin. Derûnnas û civaknasên me jî alîkariyê didin jina. Jinên tundiyê dibînin serî li saziya me didin û em jî ji wan re dibin alîkar. Ji hêla hiqûqê de jî em rê nîşanê wan didin û alîkarî dikin. Her wiha me anketa 'jinên li Silopiyê çi dixwazin jî daye destpêkirin Em ê wê jî demên pêşiya me de parve bikin. Em ê kar û xebatên ji bo jinan bidomînin. Em ê xebatên xwe nedin sekinandin.”