‘Dewleta tirk bi qetîlkirina jinan re civakê armanc digire’

  • 09:01 21 Îlon 2020
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Rêvebera Meclîsa Jinan a PYD'ê Elîf Şêx Mihemed derbarê hemleya xwe ya li dijî tundiya li ser jinê axivî û got: "Bidawîkirina tundiya li ser jinê û aşkerakirina pêkanînên li ser jinê erka me hemûyan e. Em ê heta dawî piştgirirya tevahî jinan bikin û azadiya wan misoger bikin."
 
Her roj qetîlkirin û tundiya li ser jinê ji aliyê sîstemên hegemon, bi taybet jî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve zêde dibe. Jinên rojavayê Kurdistanê  li hember hemû şêweyên tundiya ku li ser jinê tên kirin, çalekiyan li dar dixin. Meclîsa Jinê ya Partiya Yekitiya Demoratîk (PYD) jî li Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê li dijî tundiya li ser jinê hemleyk bi dirûşma "Dengê jinê şoreş e ne şerm e" da destpêkirindestpêkirin. Têkildarî mijarê Rêvebera Meclîsa Jinê ya PYD'ê Elîf Şêx Mihemed nirxandin kir. 
 
'Rêxistinkirina jinan dawî anîna li tundiyê ye'
 
Elîf di destpêka axaftina xwe de qetîlkirin û destdirêjiya ku li ser jinan û nirxên wan tê kirin şermezar kir û wiha got: "Di hemû şer û şoreşan de ji bo tunekirina civakê û şikandina vîna gel, jin tê hedefgirtin.  Ji dîroka mirovahiyê de heta roja îro ji ber ku jinan serî netewandine bi qetilkirin, îşkence û hemû şêweyên tundiyê re rûbirû mane. Li Rojavayê kurdistanê jî dewleta tirk a dagirker bi armanca binpêkirina vîna jinan bi hemû şêweyên tundiyê mafên jinan binpê dike. Ji bo ku dawî li qetîlkirin û tundiya bê anîn erke me hemû jinan e ku em azadiya xwe misoger bikin."
 
'Çalekiyên ji bo parastina jinan dê her bidomin'
 
Elîf di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Li dijî qetîlkirina jinê û destdirêjiya lê tê kirin wan li  Bakûr û Rojhilatî Sûriyê dest bi hemleyeke nû kirine û wiha pê de çû: "Li hember hemû pêkanînên dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê li dijî jinan em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.  Her roj jin bi tundî, xwekuştin û tecawîzê re rûbirû tên.   Weke Meclisa Jinan a PYD’ê me jî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hemleyek bi dirûşma"Dengê Jinê  şoreş e ne şerm e" da destpêkirin.  Me bi vê armanc kir ku em xwe  bighînin tevahî jinên ku bi qetîlkirin û tundiyê re rû bi rû dimînin. Em ê dest ji çalakiyên xwe bernedin heya azadiya me hemû jinan misoger bibe." 
 
'Qetîlkirina jinan xistina civakê ye'
 
Elîfê di dawiya axafitna xwe de got ku wê di çarçoveya hemleyê de panêl, civîn û perwerde werin  dayîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hemleya ku me li dijî qetîlkirin û tundiya li ser jinan da destpêkirin, di çarçoveya hemleyê de wê gelek civîn û panêlên li ser tundiya li jinê û parastina wê ji tundiyê ji jinan re bên dayîn. Her wiha ji ber ku dewleta tirk di şexsê jinê de civakê armanc dike roj bi roj binpêkirina mafên jinan zêde dike.  Ji bo wê jî ev hemleya me dê hemû pêkhateyan di nav xwe de himbêz bike. Her wiha Ji bo azadî û xelasiya jinê jî em ê bêdeng nemînin. Em ê xwe bighînin tevahî jinan û pêkanînên derbarê jinan de ji tevahî cîhanê re eşkera bikin."