ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2020'Î

  • 09:00 21 Îlon 2020
  • Rojev
*Rêvebera Meclîsa Jinan a PYD'ê Elîf Şêx Mihemed derbarê hemleya xwe ya li dijî tundiya li ser jinê axivî û got: "Bidawîkirina tundiya li ser jinê û aşkerakirina pêkanînên li ser jinê erka me hemûyan e. Em ê heta dawî piştgirirya tevahî jinan bikin û azadiya wan misoger bikin."DÎMEN HEYE
 
*Endamên Dîwana Meclîsa Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Fîdan Mihemed û Evîn Mihemed ku tevlî pêşbirka wêjeyî bûne, li ser girîngiya wêjeyê ji bo ciwanan ev tişt gotin: " Bi pênûsa ciwanan siberojek geş ji civakê re tê afirandin. Her wiha nirxên civakê bi pêşengtiya ciwana tên parastin û divê her ciwanek xwe bi pêş bixe." DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, di derbarê xebatên xwe yên ji bo jinê û projeyên dane destpêkirin de axivî. Adaletê, anî ziman ku bênavber xebatên wan ên ji bo jinan berdewam dikin, lê şewba vîrûsa koronayê ji wan re dibe asteng. DÎMEN HEYE
 
*Ji navçeyên Baglar, Kayapinar, Yenîşehîr û Surê me bi 4 jinan re der barê pirsgirêkên bajar de hevdîtin kir. Jinan diyar kirin ku pirsgirêkên herî girîng yên bajar, ‘şîdeta li hember jinan, aborî, zêdebûna bikaranîna hişbir û fuhuşê ye’. Jinan da zanîn ku ji bo têkoşîna li dijî şîdetê parastina cewherî şert e. DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl ku tevlî konferansa 2’emîn ya Kongreya Star a duh hat lidarxisitn bû derbarê konferansê de got: ”Di nava herdu salên borî de pilansaziyeke me ya tijî ji bo xurtkirina xebatên jinan hebû. Lê ji ber êrîşên hin xebatên me nîvco man. Lê em ê van kêmasiyênxwe bi rêya vê konferansê derbas bikin."  DÎMEN HEYE
 
*Rojnamegerên jin ên hêjayî xelatên Şehîdên Çapemeniya Azad a Musa Anter hatin dîtin diyar kirin ku xelat ji bo wan bi rumet e û gotin: “Em hêza xwe ji Gurbetellî Ersoz û Denîz Firat digirin. Piştperdeya wêneyan jî heye. Ev di heman demê de parçeyek têkoşîna jinê ye.” DÎMEN HEYE
 
*Li ser gilîkirina zaroka ku rastî êrîşa zayendî hat, gumanbar Huseyîn Dervîş hat girtin û yekemîn runiştina dozê wê di 16’ê cotmehê de bê dîtin.
 
*Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji pirsgirêka Kurd ne serbixwe ye û got: “Bila Dewleta Komara Tirkyeyê, hiqûqa xwe ya hundir û peymanên ku îmze kiriye pêk bîne.”DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Z.M. bi şîdeta polîs H.A, re rûbirû ma, welatiyên bi navê A.E û Ç.Y. hewl dabûn pêşî li şîdetê bigirin. H.A li ser vê ji ‘Li dijî polîs derketine' gilî kir. H.A û Z.M her çiqas bêjin ‘me bi hev henek dikir jî’ di rapor û dîmenan de şîdeta li hemberî  Z.M yê hat belgekirin.