'Em ê dilê her zarokî bi kêfxweşiyê geş bikin'

  • 08:29 21 Îlon 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi dirûşma "Em ê bi stran û helbestên xwe xeyalên zarokan bixemilînin" Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê û Çand û Hunera Waşûkanî ji bo zarokên koçber şahiyek li dar xist. 
 
Bi pêşengtiya Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê û Çand û Hunera Waşûkanî ji bo zarokên koçber şahiyek bi dirûşma "Em ê bi stran û helbestên xwe xeyalên zarokan bixemilînin" li kampa Waşûkanî hate lidarxistin. Di şahiyê de bi sedan zarok û şêniyên kampê amade bûn. 
 
'Em ê dilê her zarokekî bi kêfxweşiyê geş bikin'
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Komîteya Çand û Hunera kampa Waşûkanî Hêvîn Ebdo da zanîn ku armanca wan a lidarxistina vê şahiyê kêf û xweşiyê têxin dilê her zarokekê û wiha domand: "Gelê me yê Waşûkanî berxwedêr in û heta roja îro jî li kampan ruxmê hemû zordariyan li ber xwe didin. Dijmin dixwaze xewn û xeyalên zarokên me tarî bikin, lê em vê yekê qebûl nakin û em ê  dilê her zarokekî bi kêfxweşiyê geş bikin."
 
'Em xeyalên zarokan dixemlînin'
 
Endama Komîteya Çand û Huner a Kantona Hesekê Efaf Eskî teqez kir ku dê bi îradeya gelan dijmin têk bibin û wiha domand: "Îro şerekî qirêj li dijî gelên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê pêk tê, dijmin dixwaze çanda gelan imha bike, lê em vê yekê qebûl nakin û em ê her dem çanda xwe di hemû aliyan de zindî bikin. Îro em bi vê çalakiyê xeyalê zarokan dixemlînin û em ê her dem li pê şopa çanda xwe bin."
 
Paşê koma zarokan şanoya bi navê 'Vegera Serêkaniyê' pêşkêş kirin.
 
Şahî bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê Koma Til Temir û Koma Waşûkanî ve bi dawî bû.