ÎHD'ê Dayika Şemiyê Guzel Şahîn bi bîr anî
- 16:12 20 Îlon 2020
- Rojane
STENBOL - Dayika Şemiyê Guzel Şahîn, a ku berî bi 3 salan jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hat bîranîn.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê dayika Şemiyê Guzel Şahîn a ku berî bi 3 sala jiyana xwe ji dest dabû li ser gora wê ew bi bîr anî. Guzel Şaahîn berî bi 3 salan îro jiyana xwe ji dest dabû.
Seroka şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, di merasîma bîranînê de axivî û diyar kir ku Guzel bi têkoşîna xwe jineke mînak bû, li hember hemû neheqiyan têkoşîneke mezin da.
Piştî axaftinan qurnefîl li ser goara Guzelê hatin danîn û bîranîn bi dawî bû.