TJA'yê li Mêrdînê jî starta kampanyaya xwe da

  • 12:44 20 Îlon 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - TJA'yê li Mêrdînê starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Em xwe diparêzin" da. TJA'yê bi daxuyaniyeke ku li gel govenda jinan da aşkera kir ku jinên kampanya dane destpêkirin wê çar mehan li qadan ji çalakiyên jinan re pêşengtiyê bikin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tundiya mêr-dewletê û li dijî êrîşên li ser Gelê Kurd bi dirûşma "Em Xwe Diparêzin" kampanya da destpêkirin. TJA'yê li Mêrdînê jî di çarçoveya kampanyayê de starta çalakiyan da .Kampanya piştî daxuyaniya li Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan a Mêrdînê hat destpêkirin. Di daxuyaniya ku parlamenterên Mêrdînê yên HDP'ê Ebru Gunay û Pero Dundar tevli bûn de dowîzên bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî", "Em Xwe Diparêzin", "Kuştina jinan polîtîk e" û "Tecawiz sûc e" hatin hilgirtin. 
 
Metnê daxuyaniyê li ser navê jinan ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Eylem Amak ve hat xwendin .Eylemê bal kişand ser kuştina jinan û êrîşên zayendî yên di demên dawîn de ku li bajarê zêde bûne û got ku wan li hember van hemû êrîşan paşve gav neavêtine. 
 
'Em xwe bi îdeolojiya azadiya jinan diparêzin'
 
Eylemê diyar kir ku ew ê xwe radestî zîhniyeta serdest a pergala mêr nekin û wiha berdewam kir, "Em ê li dijî êrîşên li ser jinan têkoşîna xwe ya hepar berdewam bikin. Em heta dawî Peymana Stenbolê diparêzin û em dibêjin ku em ê lidijî her cure tundiya li ser jin û zarokan li qadan bin. Em xwe li dijî zîhniyeta mêrê serdest ku bi desthilatdariya AKP- MHP'ê û hevkarên wê tê misogerkirin bi îdeolojiya azadiya jinê biparêzin."
 
Daxuyanî bi bi dirûşmên "Jin jiyan azadî, "Em Xwe Diparêzin" û bi govenda jinan bi dawî bû.