'Pêwist e dorpêça li ser Wargeha Mexmûrê demildest bê rakirin'

  • 09:02 20 Îlon 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed di derbarê dorpêça li ser Wargeha Mexmûrê de wiha got:"Di tu zagonên cîhanê de tiştekî wiha nîne ku wargehek penaberan bi salan di bin dorpêçê de be. Pêwist e dorpêça li ser Wargeha Mexmûrê demildest bê rakirin."
 
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji 17'ê Tîrmeha 2019'an ve, piştî kuştina berpirsê MÎT’ê yê tirk Osman Kose ya li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê, heta niha dorpêçek bê navber ji aliyê Rêveberiya Hewlêrê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) didome. 
 
Waliyê Hewlêrê îdea dike ku dorpêç nîne û alîkariya wargehê tê kirin, lê rayedarên Mexmûrê jî dibêjin ku tu alîkariyek nehatiye dayîn. Şêniyên Mexmûrê di gelek aliyên jiyanê û tenduristiyê de bi pirsgirêkan rû bi rû tên hiştin. Heta niha gelek kesên nexweş ji ber nekarîne biçin nexweşxaneyên derveyî Mexmûrê jiyana xwe ji dest dane. Di derbarê dorpêçikirina Wargeha Mexmûrê de Hevseroka Mecilsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed nêrîna xwe parve kir.
 
'Pêwîst e bi awayekî lez dorpêç bê rakirin'
 
Leylayê da zanîn ku salek ji ser dorpêçê re derbas dibe û heta niha tu kesî xwe berpirsiyar nedîtiye û wiha got:"Piştî ku dorpêç li ser Mexmûrê hat destpêkirin û şûnde şêniyên Mexmûrê di gelek zehmetiyan re derbas dibin û heta niha jî zextên asayişa PDK'ê li ser şêniyên wargehê heye. Ev demeke hesas e ku tevahî cîhan tê re derbas dibe û bi taybet piştî ku Vîrusa Koronayê di nava tevahî cîhanê de belav bûye, dema ku cihek di dorpêçê de be û tu kes bi wan re nebe alîkar hîna zehmetî zêde dibin. Li gorî agahiyên rêveberiya Mexmûrê, ji roja destpêkirina dorpêçê heta niha şêniyên kampê ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê nikarin derbasî Hewlêrê bibin. Ji ber sedema dorpêçê heta niha 5 zarok di zikê dayikên xwe de 6 zarokî jî jiyana xwe ji dest dane, çûyîn û hatin jî qedexe ye. Her wiha saziya tenduristiyê di peydakirina dermanan de astengiyan dibînin û dermanên pêwîst ji bo nexweşan nayên peydakirin. Li gorî Komîteya Pêwendiyên Derve, 2 hezar kesên ku ji bo debara malbatên xwe li Hewlêr û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê dixebitin, ji ber dorpêçê bêkar mane û êdî nikarin biçin ser karên xwe."
 
'Şêniyên Wargehê ji bo rakirina dorpeçê li ser piyan e'
 
Leylayê balkişand ser berxwedana şêniyên Mexmûrê ya ji bo rakirina dorpêçê û wiha pê de çû:"Ji bo rakirina dorpêçê, Meclisa Gel a Mexmûrê û Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargehê, li gel sazî, rêxistin û parlementeran re peywendî çêkirin. Her wiha Komîteya Peywendiyên Derve nameyek ji Serokê PDK’ê Mesûd Berzanî re, dayikên aştiyê jî ji Serokomarê Iraqê Berhem Salih re name şand. Li aliyê din şandeya hevserokên HDP'ê û KCD’ê û parlamenterên jin ên HDP’ê di hevdîtina xwe yên li Başûrê Kurdistanê de daxwaza rakirina dorpêçê kirin. Dîsa şandeyek ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê, şandeyek ji herêma Xweser a Katalonya ya Îspanyayê serdana wargehê kir. Lê ruxmî ewqas serdan û hewldanan heta niha tu kesî xwe berpirsiyar nedîtiye û bi taybet dewletên navneteweyî, dorpêç li ser wargehê didome. Şêniyên Mexmûrê ji bo rakirina dorpêçê her tim di nava çalakiyan de ne û li ser piyan e. Ev 25 sal in şêniyên wargehê ji Bakurê Kurdistanê penaber bûne, zêdetirî 20 salan e  li Mexmûrê dijîn. Ji bilî dorpêçê rojane êrîşên dewleta tirk ên hewayî û bejahî li ser wargehê tên kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu carî ev gel li ser vê axê qebûl nekirine. Em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku demildest çareseriyekê ji bo vê dorpêçê bibîne û rê li ber gelê penaber veke."