‘Me xwest kevneşopî û çanda xwe di pêlîstokan de bihewînin’

  • 09:01 20 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Kollektîfa Jinan bi Komeleya Berî Her Tiştî Zarok re projeya "Xewna Zarokan, Cîhana Jinan" xist meriyetê. Koordînatora Kollektîfa Jinan Arzû Sunar diyar kir ku armanc dikin ku zarokan ji pêlîstokên plastîk dûr bixin û got: "Zarok çîrokên xwe dibêjin, jin jî pêlîstokên wan çîrokan çêdikin. Çîrok bi kurdî ne û ji bo pêlîstokan jî cilên gelerî tên çêkirin."
 
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok ku di sala 2017’an de bi armanca parastina ziman, çand û hunerê hat avakirin, bi xebatên xwe yên cûr bi cûr heta îro bi awayekî rêkûpêk xwebatên xwe didomîne. Niha jî ligel Kollektîfa Jinên Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, ji bo projeya bi navê ‘Xewna Zarokan, Cîhana Jinan’ re dest bi xebatan kirin. Derbarê projeyê de Koordînatora Kollektîfa Jinan a Arzû Sunar axivî.
 
‘Pandemî li ser xebatên me bandorek neyînî pêk anît’
 
Arzû di destpêka axaftina xwe de derheqê kollektîfa jinan de axivî û got: “Me di meha sibatê de Kollektîfa Jinan bi kursên wek hobî dabû destpêkirin. Lê piştre pêvajoya pandemiyê dest pê kir û ji ber vê sedemê me navber da xebatên xwe. Pandemî li ser xebatên me gelek bandorekî neyînî kir. Me beriya pandemiyê de ligel zarokên xwe tevlî xebatên atolyeye dibûn. Em dîsa di meha hezîranê de starta xebatên xwe da. Niha jî bi xebata bi navê ‘Nefel Amigurumî’ de xebatên xwe dimeşînin. Wekî tê zanîn nefel bi 4 pelên xwe tê wateyên; hêvî, bawerî, şens û hez kirinê. Me li ser vê fikr û nîqaşên xwe kir û vê projeye pêşkêşê Komeleya Berî Her Hiştî Zarokê kir. Bi wî awayî em derketin rê."
 
‘Ji bo jinan dibê piştgiriyekê abori jî'
 
Arzû bal kişand li ser hunera Amîgurumî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hunera Amîgurumî xebatek bi tixê tê çêkirin. Teknîkekê honandinê ye. Hemû alavên vê bi sirûştî ye. Ji ber çi me xebatek bi wî awayî çêkir? Ji ber ku pêlistokên îro hem bi alavên xwe ji bo zarokan bûye bi zirar hem jî me xwest zimanê lîstokan biguherînin. Bi wî awayî me xwest kevneşop û çanda xwe têde bihewînin û dest bi çêkirina pêlîstokan bikin. Wekî tê zanîn bandora lîstokan li ser zarokan pir heye. Di vir de armanca me ew e ku em zarokan ji pêlîstokên plastîk dûr bixin. Di heman demê de dayik û zarok bi hev re dem derbas dikin. Jin tên vir bi van alavên pêlîstokên xwe dihunin an jî li vir fêr dibin û alavan dibin malên xwe û li mal de çêdikin. Her wiha ev xebata kollektîfê di mile aboriyê de jî ji bo jinan dibe piştgiriyek jî.”
 
‘Hedefa me xwe gihandina 100 jinan e’
 
Arzû anî ziman ku kollektîfa wan bertekên baş dîtiye û wiha dawî li axafttina xwe anî: “Me bi 36 jinan re dest pê kir lê belê hedefa me xwe gihandina 100 jinan e.  Di nav vê kollektîfê de projeya bi navê ‘Xewna Zarokan, Cîhana Jinan’ starta xwe da.  Di vê projeye de jî 8 dayik 8 zarok ligel hev dixebitin. Zarokan çîrok dinivîsinin, dayik jî bi hunera amîgurumî dekor û karakterên çîrokê çêdikin. Dawiyê de jî bi wan bi zimanê dayikê xêzefîlmek tê kirin. Zimanê pêlîstokan bi kurdî ye. Ango navê pêlistokan bi kurdî didin. Her wiha niha kincên pêlistokan wek modern e lê kincên gelerî jî dê were çêkirin.”