Şêniyên Helebê tecrîd şermezar kirin

  • 08:38 20 Îlon 2020
  • Rojane
HELEB - Şêniyên Helebê bi meşekê girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Di pêşengtiya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo a bajarê Helebê bi meşekê girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Di meşa ku  bi sedan şêniyên taxa Şêx Meqsûd, sazî û dezgehên sivîl amade bûn de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulllah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Bes e ji dagirkeriyê re dem dema parastina şoreşê ye" hatin hilgirtin. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn hat destpêkirin û heta çerxereya şehîd Destîna hat berdewamkirin.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Çand û Hunerê ya bajarê Helebê Tezyel Çawiş axaftinek kir û got: "Em di destpêkê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin û em silavên germ ji Rêber Apo re dişînin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe jiyanek azad da me. Yê ku rêya azadiyê ji bo jinê vekir Rêber Apo bû. Îro tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin, li ser me tevan tê meşandin. Ji bo wê dem dema serhildanê ye, divê herkes rabe ser piyan û tecrîdê şermezar bike. Em bang li dewletên navneteweyî dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo helwestên xwe nîşan bidin."
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.