Gulîstan Doku 259 roj in windayî ye

  • 16:59 19 Îlon 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Ev 259 roj in ku ji Gulistan Doku agahî nayê girtin û gumanbar Zainal Abarakov jî hîn serbest e. 
 
Ev 259 roj in ku ji Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku agahî nayê girtin û gumanbar Zainal Abarakov jî hîn serbest e. Ji 5'ê Çileyê heta niha ji Gulistan Doku agahî nayê girtin. Xebatên li Benda Uzunçayira ku Gulistan herî dawî li wir hat dîtin di 18'ê Tebaxê de bi dawî bû. Piştî xebatên di bendavê de hat zanîn Gulistanê ne di bendavê de ye. Hemû delîl Zainal nîşan dide lê hîn di derbarê Zainal de biryara girtinê nehatiye girtin. 
 
Dayika Gulistanê, Bedriye Doku xwişka wê Aygul Doku ji bo dîtina Gulistanê di 7'ê Îlonê de li Qada Seyit Riza dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. 
 
Bi gotina ew ê daxwazên hinek pêk bê di 11'ê Îlonê de çalakiya rûniştinê bi dawî kiribûn.