Leyla Guven çû serdana esnafên Şemzînanê

  • 14:40 19 Îlon 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Şemzînanê çû serdana esnafan û li vir axivî û got: "Hêviyên me tu carî winda nabin û em ê li dijî zextan bêtir bi hêz bin." 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di çarçoveya bernameya Colemêrgê de çû serdana navçeya Şemzînanê. Di serî de li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civînek li dar xist û bal kişand ser geşedanên siyasî. Piştre jî bi parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saît Dede, rêveberên bajêr û navçeyê yên HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ve çûn serdana esnafan. 
 
Di serdana esnafan de Leyla axivî û got: "Her çend zextên dewletê zêde bin jî em jî bêtir bi hêz dibin. Ji ber vê sedemê ev ax ji bo me bi nirx e. Ji ber ku li ser vê axê gelek çîrok hene. Em ê xwedî li vê çîrokê derevin û têkoşîna xwe mezin bikin.