Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 808'an li dar xist

  • 14:18 19 Îlon 2020
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di 808'emîn çalakiya xwe de li aqubeta Huseyin Morsumbul ê di 18'ê Îlona 1980'an de hat windakirin pirsîn. 
 
Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda û cezakirina bersûcên wan li dar dixin, di hefteya 808’emîn de li dar xistin. Ji ber Vîrusa Koronayê çalakî li ser hesabên medyaya civakî hat lidarxistin û di çalakiyê de aqûbeta Huseyîn Morsumbul hat pirsîn. 
 
'Em ê vê têkoşînê bidomînin'
 
Di çalakiyê de di destpêkê de birayê Huseyîn Morsumbul ku di bin çavan de hat windakirin Şahîn Morsumbul axivî. Şahîn, diyar kir ku polis û leşkeran kekê wî bi serdegirtina mala wan de binçav kirine û wiha got: “Dayika min ji wan re got, ‘hûn dibin ku derê’. Gotin, ‘Em ê bibin lêpirsîna wî bikin û berdin’. Piştre em hîn bûn ku ji Fermandariya Cendirmeyan reviyaye. Dayika min 36 salan li kekê min geriya.  Hat îşkencekirin, bi erdê ve hat kişandin. Hat binçavkirin. Niha me têkoşîna wî dewr girtiye. Em ê vê têkoşînê bidomînin.”
 
'Hê jî bersiva îtîraza me nehatiye dayîn'
 
Piştî birayê Huseyin Morsumbul parêzera malbatê û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn axivî û diyar kir ku piştî hatiye binçavkirin carake din agahî ji Şahîn nehatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Malbata wî gelek caran serî li saziyên rayedar da lê tu encam bi dest nexist. Piştî ku çalakiya Dayikên Şemiyê di sala 1995’an de dest pê kir, malbatê wekalet da me. Min bi vê wekaletê ji gelek deveran re pevnivîs nivîsand. Heta di pevnivîsandinekê de em hîn bûn ku di sala 2003’an de bi hinceta ku leşkerî nekiriye, Şahîn ji welatîbûnê hatiye derxistin. Di sala 2012’an de Serdozgeriya Komarê ya Çewlik lêpirsîn da destpêkirin. Lê dozgeriyê di dawiyê de biryara neşopandinê da. Me ev biryar îtîraz kir û hê jî bersiva îtîraza me nehatiye dayîn.”
 
'Em xwe nagihînin windayên xwe û edaletê'
 
Li ser navê Dayikên Şemiyê ji mirovên şemiyê Arzû Ocak, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend. Arzû, diyar kir ku ji bo diyarkirina aqûbeta windayan û darizandina faîlên têkoşîna aştiya ne ya herî dirêj a Tirkiyeyê dimeşînin û wiha got: “Ji ber ku vîneke siyasî ya aqûbeta windayan derxe holê û faîlê wan bidarizîne tune ye, rêyeke bi bandor nayê dîtin û em xwe nagihînin windayên xwe û edaletê. 
 
'Em ê dest ji daxwaza ji bo edaletê bernedin'
 
Di berdewamê de Arzû, qala pêvajoya hiqûqî ya dayik û bavê Şahîn a ji bo aqûbeta wî kir û ji bo lêpirsîneke bi bandor derbarê windabûna 40 salan a Şahîn de bê kirin bang li darazê kir û ev daxwaz kir: “Em dixwazim ku faîlên navê wan di dosya dozgeriyê de nivîsandiye bên darizandin û li gorî heqiyê bên cezakirin. Çiqas sal derbas dibin bila em ê ji bo Huseyîn Morsumbul û hemû windayan dev ji daxwaza edaletê bernedin.”