Kongreya Star derbarê rola jinê ya di nava civakê de komxebat li dar xist

  • 13:12 19 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Li bajarê Dêrikê Kongreya Star bi dirûşma “Bi hev re ber bi pêşerojê ve” komxebatek derbarê rola jinê ya di nava civakê de û rêbazên parastina jinê ya li dijî şerê taybet li dar xist.
 
Bi armanca danasîna rola jinê ya di nava civakê de û rêbazên parastina jinê ya li dijî şerê taybet Kongreya Star a bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê komcivînek li dar xist. Komxebat li xwaringeha çarçêla bi beşdariya jinên sazî û dezgehên sivîl, rêxistinên jin hat çêkirin. Di komcivînê de du mijarên esasî hat nîqaşkirin. Yek jê rola jinê ya di nava civakê de û ya din jî rêbazên parastina jinê ya li dijî şerê taybet. Ev herdu mijar berfirehî hatin şîrovekirin û nîqaşkirin.     
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, beşdarvanan dest bi nîqaşa mijarên komxebata xwe kirin.  
 
‘Sîstemên desthilatdar xwestin rola pêşengtiyê ji jinê bigirin’
 
Li ser rola jinê ya di nava civakê de ji Rêveberiya Kongreya Star Şadiya Mihemed ev mijar nirxand û wiha got: “Jin roleke xwe ya pêşeng di civakê de dilîze. Ji serdemên berê de jin xwedî rol û misyon bû û ji bo birêvebirina civaka xwe kedeke mezin daye. Bi derketina sîstemên desthiladar êdî  xwestin vê pêşengtiyê ji destên jinan bigirin. Îro bi hîmên şoreşê re dîsa jinan destkeftiyên xwe mayinde kirin û di hemû qadên jiyanê de bû pêşeng. Ji bo xurtkirina xebatên jinê pêwist e em hemû jinan perwerde bikin û derfetên kar û xebatê ji tevahî jinan re pêşkêş bikin.”
 
Paşê ev mijar ji aliyê jinên beşdarvan ve hat nîqaşkirin û derbarê vê yekê de nêrînên erênî derketin pêş. 
 
‘Şerê taybet bandorê li ser mêjiyê civakê dike’
 
Ji Rêveberiya Meclîsa Bajarê Dêrikê Dîlber Elî şêwazê parastina jinê ya ji şerê taybet şîrove kir û wiha bi jinan re parve kir: ”Şerê taybet heya niha ser civaka me tê meşandin. Dixwazin  bi vê yekê me dûrî çanda me bixin. Şerê taybet rihê berxwedanê dişkîne û bandorê li ser mêjiyê civakan dike. Pirsgirêkên siyasî, aborî, leşkerî hemû jî encamên wê ne. Ji bo wê pêwist e di destpêkê de em nifşên pêşerojê têkildarî van rewşan baldar bikin û nehêlin ku bi şerê kapîtelîzmê bên xapandin. Em dixwazin civaka exlaqî ser hîmên azadiya  ji bo hemû gelan bidin avakirin û jiyaneke aram ji bo hemû civakan biafirînin.”
 
Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.