Emîne Şenyaşar li Enqereyê ye: Em li dû edaletê ne lê edalet tune ye

  • 10:33 19 Îlon 2020
  • Rojane
Habibe Eren
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar a ku du lawên wê û hevjînê wê ji aliyê xizmên Îbrahîm Halîl Baran ê AKP'yî ve hatin qetilkirin û ji bo daxwaza edaletê çû Enqereyê wiha got:"Em zilim êdî nayê ravekirin. Em êdî vê zilmê nikarin ragirin. Em li dû edaletê ne lê edalet tune ye." Emîneyê di heman demê de ji bo rûniştina ew ê di 2'yê cotmehê de bê dîtin banga beşdariyê kir. 
 
Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de de di pêvajoya hilbijartinên giştî de du law û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê parêzvan û xizmên Îbrahîm Halîl Baran ê AKP'yî ve hatibûn qetilkirin. Emîne û lawên wê berî rûniştina ew ê di 2'yê cotmehê de bê dîtin ji bo "daxwaza edaletê" çûn Enqereyê û bi rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî ve hevdîtin pêk anîn. 
 
Emîne û lawên ên ev 5 roj in li Enqereyê ne bi saziyên mîna Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Cemawerî (KESK), Partiya Gel a Cumhuriyetê (CHP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasan a Nûjen (ÇHD) hevdîtin kirin. Malbata ku ew ê du rojên din jî hevdîtinan dewam bike banga piştevaniyê kir. 
 
'Em li dû edaletê ne lê edalet tune ye'
 
Emineyê têkildarî bûyere ev du sal ji ser derbas bûye wiha got:"Ev du sal derbas bûn lawê min di hucreya yekkesî de tê girtin. Ji me 3 kes mirin lê yên me kuştin niha li derve digerin. Dozgerê yekem ê li ev doz dişopand baş bû. Wî got "Em ê hemûyan bigirin". Ew dozger guhertin. Dozgerekî nû yê wekî xwe anîn. Ez çûm gel vî dozgerî jî min got gunehê me neke stûyê xwe û rast bibêje. Ez du rojan li ber adliyeyê sekinîm û min got lawê min berdin. Em li dû edaletê ne lê edalet tune ye. Lawê min bi birîndarî kirin girtîgehê. Wê ew jî di girtîgehê de bikuştana. Ji zilmê pêve tiştek tune ye. Hîn li dû me ne."
 
'Du lawên min karibûn baş bikirana lê li nexweşxaneyê kuştin'
 
Emîneyê wiha dewam kir:"Roja erîfeyê bû ez çûm ber dikanê li ber dikanê li mirov kom bûbûn. Zarokên min sibehê diçûn dikanê êvarî dihatin malê. Lê li hundur dikanê li wan dan. Dema ez ber bi mirovên kom bûbûn çûm jinekê ji min re got 'Li zarokên te dan û hemû kuştin'. Ez û hevjînê xwe çûn dikanê. Hineka gotin 'Nerin wê we jî bikujin'. Ez dema çûm min dît birîndarên xwe birine lê herdu lawên min li erdê ne. Dema ambulans hatiye nehiştine lawên min li ambûlansê siwar bikin. Du lawên min karibûn baş bikirana lê li nexweşxaneyê kuştin. 
 
'Ev zilim nayê ravekirin, êdî em nikarin ragirin'
 
Emîneya ku dixwaze lawê wê ji girtîgehê derkeve wiha got:"Bila lawê min berdin, edalet tune ye. Heger edalet heba yên zarok û hevjînên min kuştin ew ê niha ne li derve ban. Ew ê bi çekên di ber xwe de li ber me nemeşiyan. Em bi daxwaza edaletê hatin Enqereyê. Bila Fadilê min berdin. Em ji nan û av ketine. Ez ji sibehê heta êvarî digirîm. Zarokên Celalê min li erdê man. Her roj li bavê xwe dipirsin. Ev zilim nayê ravekirin, êdî em nikarin ragirin. Em ji mecbûrî hatin vê derê. Bila alîkariya me bikin. Zarokên min li nexweşxaneyê kuştin, xwîna wan li dîwarên nexweşxaneyê ma. Bi şev dîwarên nexweşxaneyê boyax kirin."
 
'Dixwazin lawên min ên mayî jî bikujin'
 
Emîneyê da zanîn ku gef li wan tê xwarin û wiha got:"Li dadgehê gef li me xwarin. Hemû faîzê dikin. Li cem tu kesî ne dikan ne gund hiştine. Bi zorê ji herkesî pera digirin. Mirovên wiha çawa dikarin bibin parlamenter. Bila derbarê malata wan de lêkolînê bikin bê ka çend kes kuştine. Lê belê li sûkê serbest digerin. Zarokên min tiştek nekirine. Dozeke me jî tune bû. Gotin kesekî wan tune ye û ev yek anîn serê me. Mala me wêran kirin. Bila heqê me ji wan re nemîne."
 
'Hem komkujî pêk anîn hem jî me ceza dikin'
 
Mehmet Şenyaşar ê ku ji ber bûyera qewimî bi birîndarî xelas bû anî ziman ku diya wî ji sibehê û êvarî digirî û got:"Dema em çûn hinda dozgeran ji me re gotin 'Hûn herin mala xwe rûnên ew ê edalet pêk bê'. Dozgerê yekem got 'ew ê her tişt derkeve holê'. Dozgerên dawiyê hatin wekî henekê xwe bi mirov bikin gotin 'Hûn li mala xwe rûnên. Hem komkujî pêk anîn hem jî me ceza dikin."
 
'Kesên ku komkujî pêk anîn li ber dikana me derbas dibin'
 
Mehmet diyar kir ku birayê wê gelek raporên wî hene û nexweş e lê tevî vê yekê dîsa jî ew di girtîgehê de ye û wiha got:"Em li dijî vê bêhiqûqiyê hatin Enqereyê. Li Rihayê herkes ji Halîl Yildiz û malbata wî ditirsin. Dozger jî alîgirên wan e. Va malbata faîzê dike û zordest in. Loma herkes ji wan ditirsin. Kesên ku komkujî pêk anîn li ber dikana me derbas dibin. Dema em diçin gel dozger dibêje 'em digere lê em nabînin'. Lê kesên komkujî kirine li ber çavên me digerin."
 
'Rêxistinên mafên mirovan soza alîkariyê dan me'
 
Mehmet wiha dewam kir:"Em ê li vir li deriyê hemû kesan bixin. Em dixwazin gel li hinda me be. Bila edalet pêk bê. Heger kes li vê bûyereê nepirse ew ê hîn gelek dayik bigirîn. Kesên ev bûyer pêk anîne ew ê dewam bikin. Dema êrişî me kirin cîranên me ji tirsan me ji erdê ranekirin. Ev kesan hêzên dewletê li pişta wan e. Rêxistinên mafên mirovan soza alîkariyê dan me. Her wiha CHP'ê jî got em ê alîkariya we bike."
 
'Em ji bo hemû kesî banga beşdariya ji bo rûniştina 2'yê cotmehê dikin'
 
Mehmet diyar kir ku wan daxwaza hevdîtinê ya bi Wezareta Edaletê, rayedarên hukumetê û Navenda Ragihandina Serokkomartiyê (CİMER) kirine û wiha got:"Hemû kesên xwedî wîcdan divê li vê rûniştinê xwedî derkevin. Divê ji her partiyê parlamenterek, ji ÎHD'ê û saziyên cuda kes beşdar bibin. Em ji bo mirovatiyê vê yekê dixwazin. Em ji bo hemû kesî banga beşdariya ji bo rûniştina 2'yê cotmehê dikin."