Evîn Paşo: Divê saziyên mafê mirovan bi erka xwe ya wicdanî rabin

  • 09:07 19 Îlon 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo rapora NY'ê ya 14'ê Îlonê ya têkildarî sûcên şer ên ku dewleta tirk û hevkarên wê li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî pêk tîne nirxand. Evînê anî ziman ku divê saziyên mafên mirovan bi erka xwe ya wicdanî rabin û wiha got: "Pêwist e Neteweyên Yekbûyî hesab ji Tirkiyeyê bipirse û tenê daxuyaniyan nedin."
 
Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî demeke dirêj, bi riya raporekê sûcên şer ên ku dewleta tirk û komên girêdayî wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne, kir belge. Têkildarî vê mijarê Endama Kordînasyona Kongreya Star a Katona Hesekê Evîn Paşo ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Sivîl bûn qurbaniya van berjewendiyan'
 
Evînê diyar kir ku hêzên desthildar di şerê cihanê yê sêyemîn de sivîlan hedef digirin û wiha pê de çû: "Weke tê zanîn tevgera gel li Sûriyeyê di sala 2011'an ve dest pê kir. Rêber Apo ev tevger wekî şerê sêyemîn ê cîhanê pênase kir. Hêzên cîhanî ji bo berjewendiyên xwe û li ser axa Sûriyeyê dimînin. Dixwazin erdnîgariyê têxin bin kontrola xwe. Di encama vî şerî de bi sed hezaran sivîl hatin qetilkirin û koçber bûn. Sivîl bûn qurbaniya van berjewendiyan."
 
'Gelek êriş li ser projeya netewa demokratîk hat kirin'
 
Evînê da zanîn ku hêzên QSD'ê ji bo parastina sivîlan xwe feda kirin û li hember hovitiya desthilatdaran berxwedanek bêhempa dan meşandin û wiha domand: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya netewa demokratîk hate rûniştandin, lê gelek êrîş li ser hate kirin. Komên wekî Cebhet El-Nusra, Artêşa Azad, çeteyên DAIŞ û Opozîsyona Sûriyeyê ku hemû desteka xwe ji Tirkiyeyê digirtin gelek carî êrişî erdnîgariya me kirin. Mejî û armanca van hêzan yek bû. Dixwestin projeya netewa demokratîk têk bibin, guhertina demografîk pêk bînin û desthilatdariya osmaniyan zindî û nûjen bikin. Li hember ewqas hovitiyê şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê xwediyê rolek pir girîng a di parastina sivîlan û bersivdayina wan kiryaran bû."
 
'Saziyên mafên mirovan û neteweyên yekbûyî bêdeng man'
 
Evînê di dirêjahiya gotina xwe de balkişand ser êrişên dewleta tirk û binpêkirina mafên mirovan û wiha dom kir: "Dema dewleta tirk a dagirker El-Bab, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, bûyerên li dijî mafê mirovan bi rengekê zindî derket holê. Di encama van êrîşan de bi hezaran sivîl koçber bûn û hatin qetilkirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meleka hat qetilkirin ji bîr nakin. Gelek jin mîna Melekê hatine qetikirin. Divê hemû mirovan bertek nîşanî vê bûyerê bidan. Li Serêkanî jî fosfora sipî li dijî sivîlan hate bikaranîn mînaka wê jî zarokê bi navê Mihemed bû. Di heman demê de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşeroj Hevrîn Xelef hate hedefgirtin. Hevrînê di nava kar û xebatan de roleke girîng dilîst. Lê saziyên mafên mirovan û neteweyên yekbûyî li hember van bûyeran bêdeng man." 
 
'Divê saziyên mafê mirovan bi erka xwe ya wicdanî rabin'
 
Evînê wiha bi dawî kir: "Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li gor şerên di navbera çile û tirmeha 2020'an de li Sûriyeyê qewimiye raporek amade kir. Pêwist e Neteweyên Yekbûyî hesab ji Tirkiyeyê bipirse û tenê daxuyaniyan nedin. Dewleta tirk li dijî zarok û jinan sûcê şer kiriye û divê hesabê vê yekê jê bê pirsîn. Divê tirkiye bê cezakirin. Pêwist e rêxistinên ku bi navê mafê mirovan bang dikin bi erka xwe ya wicdanî rabin da ku dîrok bi mohra reş wan pênase neke."