‘Divê em li hemberî tecrîtê xwe birêxistin bikin’

  • 09:06 19 Îlon 2020
  • Rojane
Medya Uren - Safiye Alagaş
 
AMED - Li dijî tecrîda li Îmraliyê jinan nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Tecrîda ku li hemberî Abdullah Ocalan pêk tê nayê qebûlkirin. Li dijî tecrîdê tekane rê xwebirêxistinbûn e. Bi rêxistinbûnê em dikarin têkoşînê li hemberî tecrîdê bidin."
 
Piştî ku li Tirkiyê hewildana darbeya pêk hat tecrîta li Îmraliyê bêtir hat girankirin. Hevdîtina malbat û parêzeran hatin astengkirin. Serlêdan bê hincet tên redkirin. Jinan bertek nîşanî tecrîdê dan û gotin ji bo şkandina tecrîdê pêwistî bi têkoşînê heye. 
 
Çalekvana Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Berîtan Onen got tecrîta li ser birêz Abdullah Ocalan li ser hemû jinan e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Birêz Abdullah Ocalan di Rojhilata Navîn û bi taybet jî li ser Kurdistanê tespîtên mezin kir. Li ser van yekan re rastiya heyî ronî kir. Bi sayê wê em hînê rastiyê û heqîqetê bûn. Em dibînin demên borî û heta roja îro êrişeke taybet li hemberî jina kurd tê meşandin heye. Di her kêliyê de ji hewil dide ku bi xistina jinê civakê birûxînin. Xwenas kirin jî ji bo têkoşîna li hember ruxandinê destpêkeke mezin bû. Têkoşîna azadiyê a ku em îro didin bi saya rêbertiyê ye. Bi sedan têkoşerên jin ên weke Zîlan, Berîtan, Sara û Sêvê yan bûn pêşengê têkoşîna jinan. Ji ber wê yekê em dibêjin azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya jinê ye. Heya ku em tecrîtê neşkînin ji em ê nikaribin azadiyê bidest bixin.”
 
‘Divê jin ji bo şikandina tecrîtê serî rakin’
 
Berîtan di berdewamiya axaftina xwe de qala êrişên dewletên di roja îro de kir û wiha got: “Niha ne tenê li ser çiyayên Kurdistanê êriş û bombebaranek heye. Li ku derê navê kurd û destkeftiyên kurdan hebe êriş li ser pêk tê. Ev êriş li ser xwezayê, jin, nasname û çandê bi awayê herî tund pêk tên. Ji bo şîrovekirina pêvajoyê mînaka Musa Orhan û Îpek Er bes e. Çawişek pispor û jinek ciwan a kurd. Zêdebûna bikaranîna eroînê û fihuşê ji yek ji van êrişan e. Bi van kiryaran re ji dixwazin jinê ji têkoşînê dûrbixin û di hindirê xwe de heps bikin. Ev êrişên taybet û tecrît bi hev ve girêdayî dimeşe. Armanca hemûyan heman e. Em dikarin bêjin îktidar bi tecrîtkirina gel û Abdullah Ocalan re xwe ji tecrît dikin. Ji bo îqtidara xwe ya heyî biparêze di nava lêgerîn û hewildanê de ye. Ji ber vê yekê divê di serî de jin bi yekitiyek xurt bingeha têkoşînek xurt li hemberî tecrîtê rakin. Ya ku bikare tecrîtê bişkîne jine.”
 
‘Divê jin li hemberî tecrîtê xwe birêxistin bikin’
 
Çalekvana TJA’yê û hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almaz ji di destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî tecrîdê da û wiha bi lêv kir: "Tecrît sucê mirovahiyê ye û tecrîta tê pêkanîn li ser hemû jinan e. Pêşengekî kurd ê ku îro ji bo aştiya Rojhilata Navîn weke mifteyekê tê dîtin, tê tecrîtkirin û ji hemû mafên wê tê mexrum kirin. Di kesayeta wê de hemû gelên tirkiyê û jin tên tecrît kirin. Em dikarin êrişên şerê taybet ên li ser jinan tê meşandin ji bi vê ve girêdayî bibînin. Jin di ferqa vê de ne û li hemberî tecrîtê têkoşînek mezin didin. Îqtidara ku tunekirina civaka kurd dike armanc bi şikandina jinê re vê dixe rewşek pêkane de. Divê jin bêhtir rêxistin bibin û li hemberî wê serî rakin. Ji ber ku heya rêbertî azad nebe jin jî azad nabe û civak ji azad nabe.”
 
‘Em ê pêşengtiya serhildanê bikin’
 
Endama meclîsa Dayikên Aştiyê Adalet Çay jî di axaftina xwe de behsa rakirina tecrîdê kir û wiha dom kir: "Em hemû wateya tecrîtê dizanin û encamên ku bi xwe re ji tîne em dibînin. Her ku tecrît kûr dibe civak dişke û dirûxe. Divê em bikarin li destkeftî û nirxên xwe xwedî derkevin. Pêwîste rêxistina xwe li hemberî tecrîtê mezin bikin. weke jin ji divê em pêşengtiya vê serhildanê bikin. Ger em nikaribin tecrîtê bişkînin em ê nikarin di rêya azadiyê de ji bimeşin. Ez hêvî dikim ku Gelê Kurd dem li dest bibin tifaq û li hemberî hemû êrişan bibin bersiv. Hêvîdarim ku em tecrîta girankirî bişkînin.”
 
‘Azadiya rêbertî şert e' 
 
Çalekvana TJA’yê Kezban Karakeçîlî, diyar kir ku tecrîda ku tê meşandin bi tevahî li ser civakê bi bandor e û wiha mijar şîrove kir: "Tecrîta li ser rêbertî tundiya li ser jinê ye. Em nikarin herduyan ji hev dûr binirxînin. Rêbertî ji bo azadiya jinê gavên girîng avêt û bû sedem ku niha bi milyonan jin bi yek dengî bêjin ‘Jin Jiyan Azadî’. Jinan bi saya wê rêyek ronak bijartin û gotin cihê me ne mal, cihê me refên têkoşînê ye. Em jin ji dibêjin ji bo azadiya me û azadiya civakê azadiya rêbertî şert e. Kesekî ku ji bo aramiya hemû civakan hewil daye îro tê tecrît kirin û rastî tundiya fîzîkî û derûnî tê. Divê em vê erê nekin û bêjin êdî bes e. Bi taybetî ji jin divê li hemberî vê serî rakin. Ji ber ku em bandorên wê niha di jiyana xwe de dibînin. Her ku tecrît giran dibe bûyerên tacîz, tecawiz û qetlîamê ji zêde dibin.”
 
‘Ji bo aramiya civakê xwe rêxistin bikin’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hadlê Ogir jî têkildarê tecrîtê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi qasî 40 salan e êrişeke bê hempa li hemberî kurdan tê meşandin. Kurd tên qetil kirin, tên koçber kirin, tên ruxandin û hemû mafên wan tên îstismar kirin. Di dîroka Kurdistanê de hertim bê mafî rû daye. Birêz Abdullah Ocalan ji li hemberî van helwestên dijmintiyê mafê gele xwe parast. Lewra ji bo Tirkiye û Kurdistanekê demokrat hewil da. Lê niha tê tecrît kirin. Hişmendiya wan ya îşkencekar tucar ne hat guhertin. Bi tecrîtê re polîtîkayên êrişa taybet li ser civaka kurd û bi taybet ji li ser jinan didin meşandin. Ji bo jin û civak jiyanek aramtir bijîn divê tecrît were şkandin.”
 
‘Em helwesta dewletê şermezar dikin'
 
Xerîb Yeşîl, da zanîn ku tecrîta li ser Abdullah Ocalan tê wateya tecrîda li hemberî Gelê Kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gele Kurd rastî van bê mafiyan tê. Êrişên taybet li ser ciwan û jinan tê meşandin. Gulîstan Dokû, Îpke Er û ciwanên me yên ji ber kurdî axivîne hatine qetilkirin Bariş Çakan û Şîrîn Tosun mînaka van êrişan e. Tayînkirina qayûman êrişa li ser hevserokatiyê ji bi heman awayî. Rêberê gelekî di nava çar dîwaran de bi qasî 21 sal in tê tecrît kirin. Ev ji rêbazek ya îşkenceya derûnî û fîzikî ye. Divê em jin hemû li hemberî vê bertek nîşa bikin, ji ber ku yê jê bandor dibe herî zêde ew in. Em ê tecrîtê û helwesta dewletê rûreş dikin. Em ê li hemberî van helwestan ji bersivek xurd bidin.”