TJA’yê li Şirnexê şahiya 'Em Xwe Diparêzin' li dar xist

  • 17:36 18 Îlon 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA'yê li Şirnexê jî bi şahiyekê starta kampanyaya “Em Xwe Diparêzin” da û banga xwedîderketina li kampanyayê û xwerêxitinê kir. 
 
Tevgera Jinên Azad(TJA), li Şirnexê starta Kampanyaya "Em xwe diparêzin" da. Li gel aktîvîstên TJA'yê gelek jinên Şirnexî tevli şahiya ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a  Gelan a HDP'ê hat lidarxisitn bûn. Di şahiyê de pankarta bi dirûşma "Em xwe diparêzin hat vekirin. Piştî rêxgirtina ji bo têkoşerên azadiyê ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Zozan Aksu ve daxuyanî hat xwendin.  
 
Zozan, anî ziman ku zext û zordarî çiqas li dijî wan bê kirin jî ew xw e diparêzin û bi destkeftiyên xwe heta roja îro hatine. Zozan, bi lêv kir ku hebûn û destkeftiyên jinan li ser mîraseke berxwedanê ava bûne û wiha berdewam kir: “Hikûmeta nijadperest û zayendparêz a ku me qebûl nake, her ku diçe êrişên xwe yên li ser me zêdetir dike. Bi jenosîdan heta niha nîv milyon kurd hatine kuştin. Jinên kurd di vê komkujiyê de du caran hatin qetilkirin. Zarokên kurd di wargeh û dibistanên taybet de hatin bişaftin, ji nasname û hebûna xwe hatin dûrxistin. Ji ziman û çanda xwe fedî kirin. Xwestin ku betonê birijînin ser jinên kurd, lê jinên kurd xwe parastin û ji nû ve derketin qada têkoşînê.
 
'Me bê navber berxwedan domand' 
 
Zozanê bal kişand ser 40 salên dawîn ên têkoşîna Azadiyê jî û got: "Di çil salên dawî de me li dijî her cure êrişan xwe parast. Bi dehan hikûmet hatin û têk çûn. Lê berxwedana me berdewam kir. Dewletê zimanê me yê dayikê qedexe kir. Bi îşkence û lêdanê zimanê tirkî li zarokên kurdan ferz kir. Polîtîkayên revandin, kuştinên kiryar nediyar, şewitandina gundan û koçberkirin bênavber hat meşandin. Lê me jî tu carî berxwedan û têkoşîna xwe nesekinand. Nezayoktî, bi riya derzî û aşiyan li ser jinan hat sepandin. Li dijî vê polîtîkayê me jî got, ‘kurtaj mafê jinan e, nezayokkirin, kuştin e’ û me berxwedana xwe mezin kir. Di salên 90’an de tîmên taybet û hêzên paramîlîter êrişî jinan kirin. Lê me jî bênavber berxwedana xwe domand, serî netewand û li ber xwe da.”
 
‘Tecrîd sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye’
 
Zozanê di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pêl da axaftina xwe: “Tecrîd sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye û me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer jî têkoşîna aştiyeke bi rûmet ji xwe re kir rêgezeke sereke. Em li axa xwe, li azadiya xwe, li serokatiya xwe xwedî derketin û me hebûna xwe parast.  Em îro li dijî pergal û zihniyeta qirêj a ku sed sal in bi awayên cûr bi cûr êrişî cenaze û goristanan dike, li ber xwe didin.”
 
‘Em cardin dibêjin kuştina jinan polîk e’
 
Zozanê, do berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me hemû komkujî bi serkeftî  têk birin û em heta îro hatin û em niha jî bi kampanyaya xwe ya ‘Em Xwe Diparêzin’ vê berxwedanê didomînin. Em ê li ber zihniyeta mêrperest û rejîma AKP-MHP’ê serî netewînin û berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê xwe li dijî hemû êrişan biparêzin. Ev mafê me yê bingehîn e. Em cardin dibêjin kuştina jinan polîk e .  Eê xwe bi îdeolojiya azadiya jinê diparêzin û dengê xwe bilind dikin. Em zilmê qebûl nakin. Em ê ji bo jiyaneke azad û wekhev berxwedana xwe bilind bikin.”
 
‘Em ê xwe rêxistin bikin û  biparêzin’
 
Zozan, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em wek jinên Botanê bangî desthilatdaran dikin, dibêjin me qirkirin dît, lê tu caran me seri ne tewand. Destên xwe dirêjî ziman, nasname, xweza, erdnigarî, beden û zarokên me nekin em ê van destn bişkîn. Em ê xwe rêxistin bikin û  biparêzin.”
 
Bername bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" û bi tilîlî û gerandina govendê bi dawî bû.