TJA dê li Colemêrgê dest bi perwerdeyan bike

  • 13:32 18 Îlon 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê jinan di çarçoveya kampanyaya TJA'yê ya “Em Xwe Diparêzin” dê xebatên perwerdeyê bidin destpêkirin. Aktîvîsta TJA'yê Oznur Evîn, diyar kir ku niha li Geverê bikaranîna hişbirê gelek zêde ye û dê li dijî wê xebatên hişyarkirinê bidin destpêkirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) duh li Colemêrgê starta kampanyaya "Em xwe diparêzin" dabûn. Jin dixwazin bi kampanyaya xwe bal bikişînin ser êrişên li hemberî kurd, Peymana Stenbolê û xwezayê. Jinan dê di çarçoveya kampanyayê de xebatên perwerdê bidin destpêkirin û çalakiyên cuda li dar bixin. Derbarê mijarê de aktîvîsta TJA'yê Oznur Evîn axivî. 
 
Oznur, diyar kir ku kuştin û tecawi wekî polîtîkayek li hemberî jinê tê meşandin û got: "Li welat êrîşkar ji hêla dewletê ve serbest tên berdan û vî tiştî jî asayî nîşandidin. Polîs û çawîşên ku serbest tên berdan dibin sedema xwekuştina jinan. Dewlet şîdeta li hemberî jinê wekî amûrekî polîtîk bikar tîne."
 
Oznur, di axaftina xwe de bal k kişand ser êrişên ku li Sakaryayê ya li hemberî kurdan pêk hatî û wiha axivî: "Êrişên ku li Sakarya û Afyonê pêk tê ji nayê qebûlkirin. Kurd ji ber bêkariyê berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê. Êrişên bi vî rengî dibin sedema kuştina kesan. Ev tişt jî ji ber polîtîkayên dewletê pêk tên, ji ber ku dewlet polîtîkayekî cudakariyê dide meşandin." 
 
Oznur, da zanîn ku li Colemêrg û navçeyên wê jin her tim tên şopandin û wiha bi lêv kir: "Niha li Geverê bikaranîna hişbirê gelek zêde bûye. Ev tişt nîşaneya êrîşên topyekûn e. Li hemberî ziman, çand û ehleqê êrîşek tê kirin. Em dixwazin di çarçoveya kampanyaya xwe de li dijî hişbirê xebatekî hişyarkirinê bidin destpêkirin. Her wiha em ê ji bo jinan perwerdeyên xweser jî bidin destpêkirin. Em ê di çarçoveya kampanyaya “Em Xwe Diparêzin” de her tim bibin alîgerê aştî û wekheviyê. Her wiha jin dê li hemberî kiryaran jî bertekên xwe binîn ziman."